Mustafa Uzun
Min heta niha sê berhemên nivîskarê Kurd ê jêhatî Jan Dost xwendine. Romana Tozistan, Otobûsa Kesk û Tebeşîra Zer. Ji bilî van berhemên min xwendine, gelek berhemên Jan Dost hene: Mijabad, Martînê Bextewar, Mîrname, Pîrewerger, Kobanî, Şerê Dawî Yê General, Naqosên Romayê...
Jan dost gelek destan û çîrok jî nivisîne, her wiha gelek wergerên wî yên edebî û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên cuda de hatine weşandin. Hêjayî gotinê ye ku gelek berhemên Jan dost ji bo zimanê Erebî, Farisî û Tirkî jî hatine wergerandin.
Jan Dost, 12yê Adara 1965an li bajarê Kobaniyê hatiye dinyayê. Ew hîn di deh saliya xwe de dest bi nivîsîna edebiyatê dike, bi Erebî hin helbestan dinivîsîne lê di panzdeh saliya xwe de ew dest pê dike bi Kurdî dinivisîne.
Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî li Sûriyeyê di pêşbirka kurteçîroka Kurdî ya sala 1993yan de xelata yekemîn distîne. Nivîskarê me yê berhemdar gelek kurteçîrokên din jî nivisîne. Çîroka wî ya Mistek Ax di sala 2007an de li Almanyayê dibe kurtefîlmek.
Ez dê di vê nivîsa kurt de çend tiştan li ser romanên Otobûsa Kesk û Tebeşîra Zer bibêjim.
Otobûsa Kesk meha Çiriya Pêşîn a 2024an ji aliyê Weşanên DOZê ve hatiye çapkirin. Roman ji 120 rûpelan pêk tê. Tebeşîra Zer jî heman mehê û salê ji aliyê DOZê ve hatiye çapkirin û ji 144 rûpelan pêk tê.
Ev her du roman jî di nav şerê Sûriyeyê de, li ser jiyana malbata Ebûdê Îcêlî yê Ereb û jina wî Nazlî, keça Ebdilhennanê Şikakî yê Kurdê bêhnteng hatine avakirin.
Her du roman di zikê hev de wekî berdewamên hevdu hatine nivisîn. Lê Jan Dost romanên xwe bi hostetî bi zimanekî edebî wilo baş honandiye ku bêyî ku xwendevan ji naveroka romanê dûr bikeve, dikare her romanekê bi serê xwe jî bixwîne.
Otobûsa Kesk hîn di rûpelên pêṣî de behsa zewaca Bavê Leylayê Ebûdê Îcêlî û Nazliya bedew a çav kildayî, keça xwedî kulemêlkên herî ciwan yê herêma Şerranê dike. Tebeşîra Zer jî bi lehiya ku li Kampa Berxwedanê radibe û çadira spî ya ku Leyla, keça Ebûdê Îcêlî û Nazliya bedew û neviyên wan Alan û Kamo (Kamiran) tê de dimînin, bin av dike, bi dawî tê. Ji ber vê yekê pêşniyara min ew e ku xwendevan berê romana Otobosa Kesk dûv re jî Tebeşîra Zer bixwînin.
Belê, her du roman jî behsa şerê Sûriyeyê dikin. Şerê ku di sala 2011an de dest pê kir û heta îro jî bi tevahî neqediya ye. Şerê ku em bi salan e li ser ekranên televîzyona rijandina xwînê, koçberiya zarûzêçên bêçare, bombayên wekî zîpik ji ezmanan li ser kesên sivîl yên bêparastin dibarin, laşê zarokan perçe perçebûyî yên li ser kolanan, temaşe dikin.
Yek ji bedewî û sihra huner û edebiyatê jî ew e ku: Girêdana merivan bi bûyerên ku ew jê dûr in, bi riya xwendina romanekê, helbestekê, bi nêrîna tabloyekê, bi temaşekirina fîlmekê, piyesekê yan bi guhdarîkirina stranekê ve yekî bi bûyeran ve girê dide û li bûyeran digihîne.
Di romana Otobûsa Kesk de xwendevan bi devê vebêjê kesê sêyemîn ji serpêhatiyên Bavê Leylayê ku êdî kalekî 70 salî ye, haydar dibin. Bavê Leylayê li ser kursiyeka Otobûsa Kesk a ku ew dê wan bi aramî ji Helebê derxe, rûniştiye û li ser şerê ku jiyana wî serûbin kiriye difikire, dest pê dike. Û bi herikandineka kronolojîk, jin, law û zavayê Bavê Leylayê -ku mirin e- tên li kursiya kêleka Bavê Leylayê rûdinin û ji wî re behsa mirina xwe dikin, diqede.
Navên cih û mekanên ku di romanê de bûyer lê diqewimin rast in. (Minbîc, Heleb, Efrîn, Şerran û hwd.) Ez bawer dikim, nivîskarê me hin bûyerên ku bi rastî qewimîne, bi hunera ku ji nivîskarekî nûjen tê xwestin, bi fantazî û xeyalên xwe ve kûrahiyeka edebî daye wan bûyerên romanên xwe. Taswîrên Jan Dost ew qasî zelal û lihevhatîne ku hindê xwendevan wekî li dîmeneka fîlmekê temaşe bike, romanê dixwîne.
Leyla bi dengekî ku tirs jê diniqutî bang kir.
Meysayê bersiv neda. Dibe ku ji ber teqîna bîdonekî dînamêtê wisa lê hatibe ku helîkopterekê ew bi ser taxê de avêtibû, lê wê kêlîkê bi xwe pîjekeke tûj ji bombeya teqiyayî berê xwe da koma zarokan. Pîjek wekî dayika xwe kor bû, bi lez û bezeke seyr ber bi Meysayê ve firiya û laşê wê yê ter û nazik di nêvî re kire du qet. Hema wisa.
Dayika reben, behitî. Bê deng li wî dimenî temaşe kir.
Her du roman jî bi aweyekî objektîv, ji xwendevanan re behsa hest û ramanên karekterên xwe yên di nav şer de dijîn, dike. Behsa jiyana wan a rasteqîn dike.
Anî bîra xwe ka çawa malbata wî belawela bû û her zarokekî wî bi deverekê ve çû. Anî bîra xwe ka wî û du xwişkên xwe çawa Leylaya mamosteya zimanê erebî ji Minbicê anîne Helebê, piştî ku DAIŞê mêrê wê yê cerrah revandibû û ew jî ketibû rewşeke psîkolojîk a kambax.
Jan Dost Romanan bi uslûbeka hêsan, bi zimanekî rojane yê ku piraniya kurmancîaxêv dikarin têbigihîjin nivisîne. Ev zimanê şîrîn ê dewlemend rê dide ku xwendevan bi hêsanî, bi aweyekî rewan cîhana hûndirîn û hestên lehengên yên tevlîhev têbigihîje. Nivîskarê me bi fantazî û xeyalên surrealîstî bi uslûbeka edebî di serê xwendevanên xwe de pirsan ava dike.
Otobûsa kesk bê şofêr diçû. Bi dînbûn diçû. Bi geliyekî reş ê bê dawî de dihate xwarê. Hîç kesekî ew otobûs nediajot. Li cihê şofêr ji bilî komeke reş tiştek nebû ku dilerizî. Ew kom bi lez mezin bû heta ku ji nişka ve çend barçemok ji nav firiyan û ber bi wî ve hatin. Barçemokan li rûyê wî didan û firîna xwe ber bi dawiya otobûsê ve berdewam dikirin.
Romana Tebeşîra Zer jî bi vegotina neviyê Bavê Leylayê Kamo ve dest pê dike:
Kamîran pir xwest ku serpêhatiya xwe binivîsîne lê wî qet fersend nedidît. Loma jî biryar da ku mîna çîrokan ji tebeşîra xwe ya zer re vebêje bê çi hatiye serê wî û malbata wî.
Jan Dost di romana Tebeşîra Zer de du vebêjan bi kar aniye yek kesê sêyemîn e û yê din jî leheng bi xwe ye. Ew yanê Kamiran hest û ramanên rasterast, bi devê xwe ji xwendevanên re vedibêje.
Ez Kamiran im, tu dikarî jî, nikarî, lê divê tu ji min re bibêjî Kamran. Weha rasttir e. Wateya navê min jî kesê bextwar û serkeftî ye.
Tebeşîra Zer jî behsa malkambaxî, malwêranî ya şer dike. Em di vê romanê de, bi jiyana rojane ya zarokekî ku nikarê zarokatiya xwe bijî ve dijîn û em dibin şîrikê hest û ramanên Kamiranê ku jê re dibêjin Kamo. Jan Dost bi psîkolojiya zarokekî ve romana gelek hêja û giranbûha afirandiye.
Ez bi xwe jî ji ber gulebaranan pir dernediketim kolanê. Gelek zarok li kolanan hatibûn kuştin, hin segvanan ew hingavtibûn, hin jî di bin kavilan de miribûn, hin jî wek xweha min Meysûn ku me digotê Meyso, bi bombeyên balafiran qetqetî bûbûn.
Şer rastiyek jiyanê ye û herwiha rastiyek cîhana edebî û xeyalî ye. Şer ew qasî mezin û wêranker in ku dikarin jiyana mirovan bi awayekî radîkal biguherînin.
dikarin jiyana mirovan bi awayekî radîkal biguherînin.
Û her wekî Kamiran dibêje:
Me digot qey mirina di şer de tenê para serbaz û şervanan e. Lê paşê em têgihîştin ku roket û bombe û guleyên tivingên qûnek û pirbêj û geweze, kor in û ketûber dikujin.
Di şer de zirarê herî mezin digihîje xelkê sîvîl. Niviskarê me bi zimanekî edebî di her du romanên xwe de jî bi şêwazeka hunerî vê rewşê ji xwendevanên xwe re dide nasîn:
- Zû derkeve berî ku em te bi zorê derxin. Dema me nîne ku em bi te re winda bikin.
Ecele li min kirin. Ecele li mirina min kirin, ecele li min ki rin da ku terka gewhera ruhê xwe bikim. Min çend libên din çinîn. Ez li bin darekê sekinîm û ez giriyam. Ew dar mêrê min ê rehmetî berî ku bimire bi destê xwe çandibû û wesyeta wê li min kiribû. “Ku ez bimrim wê ev dar min bîne bîra te,” ji min re gotibû. Her dareke zeytûnê ya li wê hêrê çîrokek xwe hebû. Eger ez çîrokên hemûyan bibêjim ez ê salekê wan neqedînim. Wan her du çekdaran çîrokên wan daran nizanîbû.
Ew ravekirinên hest û derûniya lehengên romanên xwe li gorî pîvanên edebî, bi hunera edebî vedibêje.
Jan Dost di her du romanên xwe de jî zêde cih û mekanan taswîr nake. Ew zêdetir li ser hest û derûniya lehengên romanên xwe dinivisîne, ew xwendevanan bi diyalogên xurt ve rasterast dike nav bûyeran û êdî xwendevan jî dev ji xwendina romanê bernade:
- Haydar be. Segvan hene!
Li Helebê min ev hevoka bigû li gelek kolanan didît ku li ser kartonekê yan dîwarekî nivîsandî bû.
- Kalo ez dixwazim piskilêt bajom.
- Na kurê min na. Dinya şer e û li derve teqîn e.
- Şer û teqîn? Çi îşê min pê heye. Ma di şeran de ajotina piskilêtan qedexe ye?
- Di şeran de jiyan jî qedexe dibe kurê min. Tu hîn zarok î. Gava tu mezin bibî tu yê rastiya şeran nas bikî.
Kalikê min nizanîbû ku em zarok ji her kesî bêhtir şer nas dikin.
Dema min roman dixwendin ez bûm şîrikê hestên Bavê Leyla (lehengê romana Otobûsa Kesk) û Kamiran ku jê re Kamo dibêjin. (Lehengê Otobûsa Kesk) Ez bi hestên wan ve hatim girêdan û jiyana wan bandoreka mezin li ser min kir. Min bi xêra wan karekteran şerê bêedalet, bêwîjdan, şerê ku tu feydeyê wî negihîşt hemwelatiyên Sûriyêyê ji nêzîk ve nas kir.
Bîleheh negotine: “Huner û edebiyateka zîrek, dikare yekî ji ansîklopediyek zêdetir agahdar bike.’’
Li ser şerekî wekî şerê Sûriye romaneke nûjen û edebî nivîsandin her car ne hêsan e. Ji ber ku, divê nivîskar bi awayekî objektîf û piralîbûyin ve li ser bûyerên şer de diqewimin di berhema xwe de, bi kurahiya edebî bihûnîne. Bikurtî divê nivîskar alîgirê bûyerê nebe ku bû alîgirê bûyerê bivê nevê ew dê pesna aliyekî bide yanê ew ê propogandayê aliyekî bike. Ya din jî nivîskar divê bi helwesteka siyasî ve berhema xwe ya edebî venebêje, ji ber ku berhem bi hêsanî dikare veguhere şematîzmê, ev jî dibe sedem ku di berhemê de her tişt bibe spî yan reş. Wê demê jî kurahiya ku ji edebiyata modern tê xwestin di berhemê de winda dibe.
Rûmet û azadî û armancên din ên ku xelk ji bo wan rabûn, tevde binpê bûn. Hemûyan ew bin pê kirin. Min dît ka çawa hevalên min êsîrên rejîmê kuştin. Ji yê êsîr dipirsîn mezhebê te çi ye? Jixwe wan berê niyet kiriye ku wî bikujin lê hema ji xwe dipirsîn. De binêre bavo mezhebê yekî çawa dibe gunehkariyek û mirov pê sûcdar dibe û tê kuştin!
Jan Dost di bin vê karê dijwar de bi heqê xwe rabûye, ew bi baldariyeka hunerî, xwendevan dixe nav ruhê leheng û karekterên romanan, bi hestên wan ve şerê qirêj ku hemû nirxên mirovatiyê binpê dike tehlîl dike.
Ew bi îroniyên ku yek ji taybetmendiyên kurdên binxetê ye romanên xwe bi hestên cuda yên mirovî dewlementir dike. Ev yek jî dibe yek ji wan sebeban ku xwendevan dema romanê dixwîne tenê xemgîn nabe, ew tama kêf û dilxweşiya ku di jiyanê de heye jî digre.
- Naxwe dê biwelide? Ax, ev ji me kêm bû.
- Dê biwelide! Rast?
Min bi masûmiyet pirsî. Wî bi hêrs bersiva min da:
- Erê rast e, dehşikê min. Pir rast e. Xelk heta di bin bombardûmanan de jî radibin ser hev. Bazdana ser hev di nav mirovan de qet ranaweste. Saniyeyekê jî nasekine. Tu dizanî ku kutana jin û mêran her û her berdewam e?
- Tu çawa bi vê yekê dizanî xalo?
- Ji statistîkan hey dehşikê xalo.
Di her du romanan de jî gelek beş hene û ew bi navên cuda wekî serenav hatine dabeşkirin. Nivîskarê me wan beşên romanê bi teknîk û sitîla nûjen a edebiyatê ve baş bi hev ve girêdaye. Bûyerên ku di her beşê de diqewimin li gorî naveroka romanê bi lehengê romanê ve hatine hûnandin. Wekî Mezyeta Jinbî ku mêrê wî di şer de hatiye kuştin:
Erê tebeşîra min a zer. Erê hevala min Zerê. Ez dibêjim xweşçêj û ez qenc dizanim çi dibêjim. Mezyet bi jinbîbûna xwe xweşiktir bûbû. Te memikên wê yên girover nedîtibûn ku hin giv û qeymax diniqutandin. Te çavên wê yên ku wek du stê rikên mezin nedîtibûn ku di kûrahiya ezmanê tarî de diçirisîn. Te her du lêvên wê yên sor nemiştibûn û axînên wê yên dil bijokiyê nebihîstibûn. Te dest nedabû sînga wê ya şayik û ew daristana şil a li nav şeqên wê yên hevgirtî, nepelandibû lê min ev hemî dîtibûn.
Bi ya min her du romanên Jan Dost jî romanên hêja û biserketî ne. Wî bi van her du romanên xwe yên ku bi asteke bilind a edebî ve hatine nivisîn edebiyata Kurdî bihêztir û dewlementir kiriye.
Min ji her du romanan jî pir hez kir.
Dema xwendevan van her du romanan bixwîne ew dê ji wan tama edebiyatê bigire û bixwaze ew çêja zimanê Kurdî ya xweşik a wekî ava çemekê zelal diherike bi dawî neyê.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse