Bazarên darayî yên cîhanê, hefteya borî tûşî erdhejeke mezin bûn ku sedema wê destnîşankirina Kevin Warsh a ji bo serokatiya Banka Federal a Amerîkayê bû. Ew kesên ku di warê bazarên darayî de ne pir pispor in, wisa difikirîn ku ev tevlîhevî û alozî, bêserûberiya bazarên darayî nîşan dide lê yên ku bêtir pispor in dizanin çi qewimiye.
Ger em hemû bazarên darayî wekî avahiyeke çend qatî bifikirin ku tê de ji bo serketinê derence û asansor hene, daketina bilez a hefteya borî mîna wê yekê ye ku asansor ji qata herî bilind, ji nişka ve bikeve xwarê û qata zemînê bikeve.
Sedema daketinê
Di meha Kanûna Paşîn a îsal de, bazarên cîhanê serxweş bûn. Bazirganan li seranserê cîhanê tenê ji bo veberhênanê zêr û zîv nedikirîn, wan bazar kiribûn mîna qumarxaneyekê, bi vî rengî ku ji her derê pere deyn dikirin û li ser bilindbûna bêtir a bihayê wan mase datanîn.
Heya 29ê mehê, bihayê onsek zêr gihîşt nêzîkî 5600 dolarî. Bihayê zîv jî nêzîkî 122 dolaran bû. Bazar tûşî xeyala "lîkîtideya bêdawî" (eternal liquidity) bûbû. Bazirganan wisa dizanî ku ew "pereyê hêsan" (easy money) ê ku heye û her tim deyn dikin û bi miameleya bi deyn bazirganiyê pê dikin, dê her berdewam bike.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump kesek ji bo serokatiya banka federal a welatê xwe hilbijart ku li gorî ezmûna xwe, her tim li dijî pereyê hêsan bûye ji bo ku enflasyon çênebe û jiyana welatiyan giran nebe.
Banka Navendî ya Amerîkayê ji îlona 2024an ve berîka xwe vekiribû û bi kêmkirina faîza bankê, rê ji bo pereyê hêsan di nav bazarê de xweş kiribû. Bankê sala 2024an sê caran faîz kêm kir û bi giştî ji sedî 1 ji rêjeya faîzê kêm kir. Sala 2025an jî sê carên din faîza bankê kêm kir û ji sedî 0,75 kêm kir ku gihîşt nêzîkî ji sedî 3,5an.
Donald Trump bi xwe jî dibêje ku divê di dema serokatiya wî de rêjeya faîzê dakeve ji sedî 1ê lê Trump di pratîkê de kesek hilbijart ku wekî "teyrê baz" tê naskirin, ev nasnav ji bo wan kesên ku di bazarê de alîgirê tundkirin û kêmkirina lîkîtideyê ne tê bikaranîn. Destnîşankirina Warsh dawî li xeyala pereyê hêsan û lîkîtideyê bêdawî anî.
Daketina bihayê zêr û zîv
Zêr, zîv û madenên din bi dolar tên firotin. Gava nîşanên wê yekê diyar dibin ku pereyê hêsan namîne û siyaseta nerm a Banka Navendî ya Amerîkayê ku 16 mehan berdewam kiribû, ji nişka ve bi temamî berovajî dibe berteka bazara zêr û bi taybetî zîv pir tund dibe.
Bihayê onsek zîv ji 121 dolaran daket 64 dolaran; ev daketina herî mezin a rojane bû di nava nêzî nîv sedsalê de.
Bihayê onsek zêr jî ji 5600 dolarî daket 4400 dolarî. Ev daketin, ne daketineke demkî bû, ev guherîneke bingehîn bû ber bi asayîkirina bihayê zêr û zîv ve, ji ber ku biha daketin asta navîn a sê mehî û yek salî ya xwe. Ev tam wê demê bû ku asansor ket qata ser erdê.
Tiştê ku pir girîng e ev e: Ew beşa bilindbûna bihayê zêr û zîv ku ji ber qumar û rîskê çêbûbû, hefteya borî piştî destnîşankirina Warsh ji holê rabû. Paqijkirina bazara zêr û zîv ji wan bazirganên ku qumar bi bihayê dikirin, lêçûneke mezin hebû. Bi sedan mîlyar dolarên wan kesan li ber avê çûn û bi hezaran bazirganan jî îflas kir.
Li gorî rapora herî nû ya Encumena Cîhanî ya Zêr û Enstîtuya Cîhanî ya Zîv, ji sedî 75 ji bilindbûna bihayê zîv a ber bi nêzîkî 122 dolaran ve, ji ber qumar û rîskan bû. Her wiha ji sedî 45 ji bilindbûna bihayê zêr a ber bi nêzîkî 5600 dolarî ve jî ji ber qumarê bû û sedem û daxwazeke rasteqîn li pişt nebû. Lewma di daketina dîrokî ya hefteya borî de rêjeya daketina bihayê zîv (ji sedî 47) pir zêdetir bû ji rêjeya daketina bihayê zêr (ji sedî 21).
Sala 2026an em li benda çi bin?
Di salên 2024 û 2025an de, ne hewce bû ku tu pisporê bazarê bî, te çi bikira te kar dikir. Te bêyî ti zanist û pisporiyeke mezin zêr û zîv an pişkên kompanyayan bikiriya te kar dikir. Bihayê zêr, zîv û sermayeyên din, hemû li bazarên cîhanê tên diyarkirin û bi tundî bi siyaseta darayî ya welatan, bi taybetî bi siyaseta darayî ya Amerîkayê ve girêdayî ne.
Lewma divê bazirgan hişyar bin. Rewş guheriye, pereyê hêsan ê salên 2024 û 2025an nemaye. Ger tu ne pisporê bazarê bî û bêyî lêkolîneke hûr bikevî nav bazarên navneteweyî, bi îhtîmaleke mezin tu dê zererê bikî. Tenê ew kes dê bi ser bikevin ku bi zanisteke temam lêkolînan dikin bê ma daxwaz ji bo kîjan sermaye û madenan zêde ye û çawa bandorê li bihayan dike.
Bazar îsal ne cihê wan kesan e ku hewl didin bi asansorê û bi lez bigihin qata herî bilind a avahiyê, cihê wan kesan e ku bi baldarî ji derenceyan hildikişin û qat bi qat bi hişyarî gavan diavêjin.
Ji îna borî ve heta roja duşemê, di bihayê zêr û zîv de "xwerastkirin" (correction) diyar e. Zêr bi nêzîkî 5050 dolarî û zîv jî bi nêzîkî 82 dolaran tê firotin. Heya çend hefteyên din, dibe ku bazar hewl bide bihayê rasteqîn bibîne lê di heman demê de bi nêzîkbûna meha 4an li Amerîkayê (ku ew meh e ku xelk û kompanya herî zêde bacên xwe yên salane didin), lîkîtide di bazarê de kêm dibe û bi îhtîmaleke mezin kêmiya lîkîtideyê, livîna bihayê zêr û zîv sînordar dike. Niha ku bazar ji qumar û rîskê hatiye paqijkirin, bankên mezin hîn jî pêşbîniya bilindbûna bihayê zêr û zîv dikin.
Li gorî JP Morganê bihayê zêr heta dawiya 2026an digihe 6300 dolarî. Banka UBSê pêşbînî kiriye ku dawiya îsal bihayê zêr nêzîkî 6200 dolarî be. Goldman Sachsê bihayê 5400 dolarî û Citi Bankê jî bihayê 5000 dolarî daniye. Ji bo zîv jî, Citi Group dibêje dawiya îsal dê bihayê zîv di navbera 110 û 125 dolaran de be. Bank of America jî dibêje bihayê rasteqîn û dadperwerane yê zîv 60-70 dolar e.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse