Çîn li şer nagere lê jê natirse jî

11-05-2025
Liu Zhenyong
Nîşan Çîn Amerîka Şerê Bazirganî Bac Gumrik
A+ A-

Di van demên dawî de, siyaseta "bacên beramber" a Amerîkayê bûye sedema tevliheviyeke cîhanî. Piraniya aliyên pêwendîdar nîgeraniya xwe diyar kir ku bikaranîna xirab a bacê ji aliyê Amerîkayê ve dikare bi tundî sazûmana bazirganiya piralî ya navneteweyî têk bide û bandoreke neyînî bi ser aboriya cîhanî de bîne.

Di heman demê de, bazarên pişk, bond û diravên Amerîkayê bi awayekî berbiçav daketin û nerazîbûneke berfireh li çend deveran derket holê. Xelk nikarin xwe ragirin û dipirsin: Gelo "bacên beramber" bi rastî têkildarî "Amerîka di yekem de" ye yan jî ziyanê digihîne kesên din, bêyî ku sûdê bigihîne xwe? Ez hez dikim di van pênc xalên li jêr de nêrînên xwe yên derbarê vê mijarê de bi we re parve bikim.

Bi rastî berî bacên beramber, bi neheqî reftar bi Amerîkayê re hatiye kirin?

Di serdema cîhangeriyê de, wateya bazirganiya navneteweyî ji mêj ve ji kelûpelan zêdetir bûye û kêmasiya bazirganî ya di kelûpelan de ne pîvana tenê ya hevsengiya bazirganî ye.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Bazirganiya Cîhanî Ngozi Okonjo-Iweala mijarek bi navê "Amerîka serkeftiya bazirganiyê ye" belav kir ku tê de amaje bi wê yekê kir ku hinardekirina xizmetguzariyên Amerîkayê di sala 2023yan de trîlyonek dolar derbas kiriye (ku nêzîkî yek ji ser heftê ya tevahiya giştî ya hawirde û hinardekirinê pêk tîne), ku dike ji sedî 13ê bazirganiya xizmetguzariyên cîhanî, li gel zêdehiyê ji bo piraniya aboriyên mezin ku tevahiya giştî di sala 2024an de 300 milyar dolar bû.

Amerîka di sektorên xizmetguzariyê yên bihayê zêdekirî de nêzîkî monopoliyê ye, salane nêzîkî 150 milyar dolaran ji dahata xwedîtiya fikrî û hinardekirina xizmetguzariyên darayî, yasayî, teknolojî û xizmetguzariyên pîşeyî yên din bi dest dixe, ku piştgiriyê didin li 4,1 milyon derfetên kar.

Di rastiyê de, pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Çîn û Amerîkayê de li ser bingeha hevahengiya qezenca hevbeş û mifaya hevbeş hatine damezirandin. Sala 2023yan kurtanîna bazirganiya xizmetguzariyan di navbera Çîn û Amerîkayê de gihîşte 26,57 milyar dolarî, ku dike ji sedî 9,5ê tevahiya zêdehiya bazirganiya xizmetguzariyên Amerîkayê.

Zêdetir ji 70 hezar kompanyayên Amerîkî veberhênan li Çînê kirine û salane 50 milyar dolar qezenc bi dest xistine. Bi liberçavgirtina bazirganiya kelûpelan, bazirganiya xizmetguzariyê û firotina navxweyî ya şaxên kompanyayên navxweyî li welatê beramber, pevguhertina aborî û bazirganî ya di navbera Çîn û Amerîkayê de bi giştî hevseng e.

Yek ji bikarhênerên biyanî li ser medyaya civakî belav kiriye û gotiye, Amerîka Çînê bi sûdmendbûna ji kurtanîna bazirganî sûcdar dike lê li wê yekê mikur nayê ku kelûpelên Çînî bi kalîteya bilind û bihayekî guncav piştgiriyê didin şêwaza jiyana hêsa ya Amerîkiyan.

Bac dikare pirsgirêka deynên Amerîkayê çareser bike?

Bilindkirina bacê beşdariyeke hindik di zêdekirina dahata darayî ya Amerîkayê de dike. Şêwirmendê Siyaseta Bazirganî û Berhemanîna Koşka Spî Peter Navarro, amaje bi wê yekê kir ku bac salane nêzî 600 milyar dolarî li dahata hikûmeta Amerîkayê zêde dike lê ev hejmar wê rastiyê piştguh dike ku bac daxwaza Amerîkayê ya hawirdekirinê kêm dike û ev jî dibe sedema kêmbûna dahata gumrikê.

Aborînasê sereke li Moody’sê Mark Zandi ragihand ku armanca Amerîkayê ya zêdekirina dahatê pêk nayê. Niha baca gumrikê tenê ji sedî 1,6ê dahata hikûmeta Amerîkayê pêk tîne, eger baca bilind bibe sedema paşketina aborî, çavkaniyên sereke yên dahata darayî wekî baca dahata kesî, baca asayîşa civakî û baca dahata kompanyan bandorê li ser dike û ev jî dibe sedema ziyaneke mezin ji bo aboriyê.

Baca bilind metirsiya paşketina aboriya Amerîkayê û pirsgirêka deynan zêdetir dike. Morgan Stanley pêşbînî dike ku eger bac bi temamî were bicihkirin, geşbûna berhema navxweyî ya Amerîkayê ji ji sedî 1,3yan dakeve ji sedî -0,3yan, eger bac heta meha Îlonê berdewam bike, îhtimala paşketina aboriya Amerîkayê ji sedî 60 zêde dibe.

Pêşbîniyên paşketinê wiha li weberhêneran kiriye ku gencîneyên Amerîkayê bifroşin, ev jî bûye sedema bilindbûna berbiçav a dahatan, ev yek bi temamî dijî armanca Wezîrê Gencîneyê yê Amerîka Scot Besent bû, ku ji daxistina dahata gencîneya Amerîkayê ji bo kêmkirina guşarên deynên hikûmetê pêk dihat.

Wezîra Berê ya Gencîneyê yê Amerîka Janet Yellenê ragihand, firotina bondên gencîneya Amerîkayê amajeyek ji bo jidestdana baweriya weberhêneran bi siyaseta aborî ya Amerîkayê ye û guman derbarê ewlehiya deynên Amerîkayê wekî kevirê bingehîn ê sîstema darayî ya cîhanî durist dike.

Bacên bilind dikarin bibin sedema vejîna hilberînê?

Hewldanên Amerîkayê ji bo vejîna hilberînê berevajî meyla dabeşkirina karê pîşesaziyê ya navneteweyî ye. Welat li ser bingeha berjewendiyên xwe beşdarî dabeşkirina kar û hevahengiya navneteweyî dibin, pêkhateyên pîşesaziyê yên cihêreng û kapasîteya hilberînê pêk tînin, sûdên dabeşkirina karê pispor parve dikin û baştirkirina karîgeriya veqetandina çavkaniyên gerdûnî û bilindkirina refaha gel li hemû welatan.

Her berhemeke teknolojiya bilind xwe dispêre ekosîstema hilberîna gerdûnî. Tewra kompanyaya Teslayê jî ku îdia dike xwedî rêjeya herî zêde ya pêkhateyên çêkirî yên Amerîkayê ye, neçar e hin parçeyan hawirde bike.

Amerîka vê rastiyê paşguh dike ku aboriya wê ji hilberînê veguheriye xizmetguzarî û sektorên din ên sûdmend, her wiha bacê bikar tîne ji bo neçarkirina vegerandina hilberînê bo nav Amerîkayê, ev yek binpêkirina yasayên aborî ye û dibe sedema kêmbûna berhem û hilberînê.

Li gorî şirovekarên Banka Amerîkayê, eger berhevkirina dawî ya iPhoneyê bo Amerîkayê were veguhastin, dê lêçûn bi rêjeya ji sedî 25 zêde bibin û eger "Baca beramber" were zêdekirin, wê demê dibe ku tevahiya lêçûnê bigihîje ji sedî 91ê.

Gerên veberhênana hilberînê dirêj in û pêdivî bi siyaseta pîşesazî ya dewletê heye ji bo parastina berdewamî û aramiya wê lê veguhastinên hikûmeta Amerîkayê û guhertinên siyasetê pir nediyar in.

Di heman demê de, Amerîka ne xwedî hêza kar a pîşesaziyê ya kalîtebilind e. Avakirina kargeha kompanyaya TSMC li Amerîkayê ji ber kêmbûna teknîkarên jêhatî dereng ketiye, di heman demê de mûçeyên bilind û sedemên din lêçûna hilberînê bi rêjeya ji sedî 30 zêde kirine.

Binesaziya Amerîkayê jî ne li gorî tiştê pêwîst e. Ji sala 2000î vir ve para her takekesekî di hilberîna elektrîkê de li Çînê bi rêjeya ji sedî 400 zêde bûye, di demekê de ku hilberîna elektrîkê ya Amerîkayê di rawestanê de maye. Tora elektrîkê û rê û otobanên Amerîkayê tehemûla zextên mezin ên destpêkirina hilberîna mezin nakin.

Ji ber vê yekê sedemên kêmbûna asta hilberînê li Amerîkayê cur bi cur in û piştgirêdana tenê bi zêdekirina bacê nikare kil û kêmasiyên berhem û hilberînê qerebû bike.

Gelo baca beramber "rewa" ye?

"Baca beramber" lîstikeke hejmarên destkarîkirî ye. Amerîka rêjeya kêmasiya bazirganî li beramberî hawirdekirinê bi kar tîne ji bo texmînkirina rêjeya gumrika welatên din li ser Amerîkayê, ev yek tu piştevaniya wê ya teorîkî ya aborî nîne û ji rastiyan dûr e.

Wekî mînak Amerîka "Baca beramber" li ser bingeha wê yekê sepand ku baca Yekîtiya Ewropayê li ser Amerîkayê ji sedî 39 û ya Koreya Başûr ji sedî 50 bû lê hesabên rast derdixin ku rêjeya navînî ya baca gumrikê ya Ewropayê li ser Amerîkayê gelekî kêmtir e ji sedî 10an, a Koreya Başûr jî nêzîkî sifirê ye.

Bikaranîna daneya çêkirî wekî bihaneyekê ji bo xerabbikaranîna baca gumrikê ti rewatiya wê nîne. Eyaleta Californiayê gilînameyeke yasayî li ser hikûmeta Amerîkayê tomar kir li ser baca gumrikê, nivîsîngeha parêzgar ragihand ku siyaseta bacê "ne yasayî û bê mînak e."

Çendîn bazirganên biçûk ên Amerîkî li dadgehên Amerîkayê gilînameyên yasayî li ser hikûmeta federal tomar kirine û dibêjin mafê rêveberiya Amerîkayê nîne ku bêyî razîbûna Kongresê bacên mezin bisepîne. Milyonan Amerîkî bi diruşma "Bi baca gumrikê nelîzin" daketin ser cade û kolanan.

Bikaranîna bacê ji aliyê Amerîkayê ve wek amrazeke zordariyê kar dike?

Bingeha "Amerîka di yekem de" di dawiyê de dibe sedema "veqetîna Amerîkayê." Di babateke kovara "Foreign Affairs"ê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku bingeha "Amerîka di yekem de" di ketwarê de bi wê maneyê ye ku pêwîst e welatên din pabendî siyasetên Amerîkayê bin li beramber parastina serbazî û destgihîştina bi bazarê û piştevaniya dîplomatîk.

Bac di koka xwe de şêwazeke zordarî û cezayê ye ji bo ceribandina pabendbûna cîhanî. Rastiyan tekez kiriye ku zordestî di cîhana îro de kar nake û tenê îlhamê dide welatan zêdetir bo yekgirtinê li dijî hegemonyayê.

Thomas Friedman di rojnameya New York Timesê de ragihandiye, eger Amerîka bêyî ku bigihîje rêkeftinê, ragirtina "Baca beramber" heta 90 rojî ragihîne, hinge dê ti qazanca wê nebe û di berdêlê de samaneke zêde winda dike.

Yekane amajeya ku Amerîka dişîne ew e ku welatên cîhanê êdî divê baweriyê bi Amerîkayê nekin û pêwîst e amade bin piştî 90 rojî bersiva vegera bacan bidin. Rojnameya "Financial Times"ê babatek weşand û tê de hatiye ku eger Amerîka xwe bi piraniya wan welatan re têxe rûbirûbûnê ku bazirganiya azad û sîstema bazirganî ya piralî diparêzin, dê encama dawî ne "lawazbûna cîhangeriya aborî" be lê "qewitandina Amerîkayê" be.

Bi baweriya Serokê Berê yê Meclisa Şêwirmendên Aborî ya Amerîkayê Jason Furman, welatên bêhtir ji destgihîştina bi rêkeftinên bazirganî yên azad li derveyî Amerîkayê derdikevin û reng e "Baca beramber" bibe xala guherînê ji bo Amerîkayê ji bo wê yekê ku pêgeha xwe ya navendî di sîstema bazirganiya cîhanî de ji dest bide.

Ha li vir ez dixwazim helwesta Çînê tekez bikim: Ti kes di şerê gumrik û bazirganiyê de bi ser nakeve. Çîn li şer nagere lê jê natirse jî. Çîn ji bo gotûbêjan vekirî ye lê eger dijberiya wê were kirin dê heta dawiyê şer bike.

Di heyama heşt salên borî yên şerê bazirganiyê di navbera Çîn û Amerîkayê de, bazirganiya me ya derve di berfirehbûnê de berdewam bûye û tevahiya qebareya bazirganiyê ji 30 trîlyon yuanî heta bi 43 trîlyon yuanan bilind bûye û hevparên me yên bazirganiyê her diçe cihêrengtir dibin.

Di sala 2024an de hawirde û hinardeya Çînê li gel welatên çarçoveya "piştên û rê" bi rêjeya ji sedî 6,4 geş bûye û bazirganiya me ya dualî ligel Îraqê gihîştiye 54,2 milyar dolarî, bi vê yekê asteke pîvaneyî tomar kiriye û beşdariyeke mezin a Herêma Kurdistana Îraqê tê de hebû.

Piştgirêdana bazirganiya derve ya Çînê bi bazara Amerîkayê berdewam di daketinê de ye. Niha baca Amerîkayê li ser kelûpelên Çînî ji sedî 245 hatiye bilindkirin. Tevî wê yekê ku Amerîka pir bêxem tevdegere jî Çînê kar û barên xwe her dem bi başî bi rê ve birine.

Em ji bo karkirina li gel hevparên me yên bazirganî amade ne, di nav de Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê, ji bo bilindragirtina piralîtî û berdewambûna di bipêşxistina vebûna astabilind, ji bo ku em peyameke zelal bişînin ku li beramberî wê pêla çaverênekirî ya bacên bazirganiyê û karên piştî wê ji aliyê Amerîkayê ve, Çîn, bi bawerî, her dem dê hevpareke bawerpêkirî be li cîhanê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e