Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê hişyarî da Amerîkayê ku di mijara Taywanê de “bi agir melîze” û dilgiraniya xwe ya li ser gotinên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ya li Lûtkeya Singapurê gihande berpirsên Washingtonê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth doh li Lûtkeya Ewlehiyê ya Singapurê hişyarî da ku Çîn ji bo têkbirina hevsengiya hêzê li Asyayê amadekariyên leşkerî dike.
Pete Hegseth diyar kir ku Çîn dixwaze bi zorê Taywanê “dagir bike”.
Wezareta Karên Derve ya Çînê îro daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku wan helwesta xwe ya li dijî gotinên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê gihandiye Washingtonê û ew “bi tundî” red dikin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê got:
“Divê Amerîka hewl nede ku pirsgirêka Taywanê ji bo zextê li ser Çînê bi kar bîne û bi agir nelîze.”
Wezareta Karên Derve ya Çînê eşkere kir ku pirsa Taywanê navxwe ye û mafê destêwerdanê yê welatên biyanî di vê mijarê de nîne.
Çîn, Taywanê wekî beşeke ji xaka xwe dizane û Berpirsên Pekînê çend caran ragihandiye ku ew dê ji bo bidestxistina wê hemû rêyan bi kar bînin.
Çînê ragihandibû ku dixwaze artêşa xwe heta sala 2027an amade bike ku karibe û eger pêwîst be, dest deyne ser girava Tayvanê.
Pispor dibêjin ku ev ne ji bo destpêkirina şer e tenê hêviyek e ji bo Çînê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku dest bi karê xwe kir bi Çînê re dest bi şerê bazirganiyê kir û hewl da ku gihîştina Çînê ya hişê çêkirî sînordar bike û pêwendiyên xwe ewlehiyê yên bi hevpeymanên wekî Filîpînê re xurttir bike ku bi Çînê re nakokiyên wan erdnîgariyê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse