YNK û PDK çima wiha dikin?

14-09-2023
Arif Qurbanî
A+ A-

Berê, li gor zanyariyên ku bi dizî ji hundirê civînan derketine û hin daxuyaniyên ne rasterast ên berpirsên pêwendîdar ên hêzên pêşmergeyan, wer dihat hîskirin ku hevpeyman û welatên dostên Kurdistanê dilgiran in ji ber ku hêza pêşmergeyên Kurdistanê nekariye ji hêzeke girêdayî partiyan bibe hêzeke niştimanî.

Her wisa dihat gotin ku fikar û dilgiraniyên wan gihîştine asta hişyarkirina desthilatdarên her du partiyan (PDK û YNK) ku heke bi heman awayî dom bikin, dê bandorê li piştevaniyên Amerîka û hevpeymanan ên ji bo wan bike.

Eşkere ye ku Kurdan guh nedaye hişyariyên wan, loma di destpêka vê hefteyê de, li ser asteke bilind, bi dengekî qebe û li pêş çavên raya giştî ya cîhanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Matthew McFarlane tiştek di bin cilikê de nehêla û rasterast ragihand, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê nikaribe reform û pabendiyên xwe li gor lihevkirinan bi cih bîne; Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê jî nikare pêşkêşkirina alîkariyên xwe yên leşkerî û ewlekarî bidomîne.

Fermandeyê hevpeymanan di daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de got, nebûna wezîrê pêşmergeyan saziya wî qels kiriye û proseya hevgirtina hêzên pêşmergeyan rawestandiye. Ji ber vê yekê, em nav di hikûmeta Herêma Kurdistanê didin ku wekî helwesteke baş û pabendiya xwe wezîrekî ji bo Wezareta Pêşmergeyan destnîşan bike.

Ne tenê cihê pirsyarê ye, li şûnê cihê ecêbmayînê ye jî, gelo çima PDK û YNK wiha dikin? Amerîka û hevpeymanên wê çekan didin pêşmergeyan, wan di warê leşkerî de rahênan û perwerde dikin û mûçeyan jî didin hin pêşmergeyan.

Li hember vê yekê jî, daxwazeke dijwar ji PDK û YNKyê nakin; ji wan re dibêjin hêzên we yên çekdar hene û girêdayî organ û berpirsên hizbî yên partiyên we ne, wan bi hikûmeta her du aliyan ve girêbidin û bila ser bi berpirsên hizbî yên di hikûmeta we de bin.

Lê belê, ev her du partî (PDK û YNK) ne amade ne vê yekê bikin. YNK partiya mala Mam Celal e. Kurê Mam Celal serokê tîma YNKê û cîgirê serokê hikûmetê ye lê YNK ne amade ye ku hêzên xwe yên çekdar têxe jêr fermana wî.

PDK partiya mala Barzanî ye. Kurê Barzanî serokê tîma PDK û serokê hikûmetê ye lêbelê PDKê ne amade ye ku hêzên xwe yên çekdar têxe jêr fermana wî. Amerîka ji wan re dibêje ger hûn vê yekê nekin, em dê alîkariyên xwe ji ser we qut bikin û dibe ku em pişta xwe jî bidin we, lêbelê ew guh nadin hişyariyan.

Bi rastî jî, ne tenê cihê pûnijînê ye lê di heman demê de gumanê çêdike ku hin sedemên veşartî li pişt van helwestan hene. Di demekê de ku her du alî dizanin ku tevlihevkirin û yekkirina pêşmergeyan di nav çend betalyonên hevbeş de, nayê wateya ku hêza wan a çekdar ji destê wan derketiye.

Di destpêka salên 1990î de, wan hin hêzên xwe tev li hev kirin û betalyoneke hevbeş pêk anîn. Lê roja ku ji bo li hember hev şer bikin, pêwîstiya wan bi wan hêzan çêbû; di nîv saetê de ji hev ketin û hilweşiyan. Tewra piştî pêvajoya aştiyê û piştî têkilkirina hikûmetê û peymana stratejî ya li navbera wan jî, hêzên ku di bin çavdêriya hevpeymanan de jî hatibûn yekkirin û ji bo şerê DAIŞê bi çekên pir û nû hatibûn çekdarkirin, me di 16ê cotmehê de dît çi qasî zû ji hev cuda bûn.

Niha jî ger di bin her zext û navekî de hêzên çekdar tev li hev bikin, di her kêliyekê de nakokiya wan bigihêje astekê ku hest bi gef û metirsiyê li ser hev bikin, dê hêz vegerin malbavan. Ez fêm nakim çima wan ev mijar kiriye pirsgirêk, nemaze pirsgirêkeke ku reng e bibe sedem ku dostên Kurdan pişta xwe bidin wan! Ma ne rewa ye guman bê kirin ku armanca çêkirina vê pirsgirêkê di koka xwe de ew e ku Amerîka û hevpeyman hino hino ji Kurdistanê bêhêvî bibin?

Wezîrê Pêşmerge ne dest ji kar kişandiye û ne jî bawerî jê hatiye standin, lê nêzîkî du salan e naçe ser karê xwe, wekî dibêjin "nahêlin vegere ser karê xwe." Hefteya borî di medyayê de weşiya ku wezîra karûbarên civakî ku di hikûmetê de pişka Tevgera Goranê ye, heyama sê hefteyan bêhnvedan wergirtiye û di heman rojê de wezîrê darayî ku ew jî para heman partiyê ye (Goran), ew wezaret jî bi wekalet wergirt. Ma ne pêkan bû ku Wezareta Pêşmerge jî bi wekalet were birêvebirin û nebe çavkaniya dilgiraniya hevpeymanan li hember Herêma Kurdistanê! 

Lê wer dixuye ku asta dilgiranî û bêhêvîbûna Amerîka û welatên ku alîkariya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dikin li ser karên xerab ên din e û meseleya pêşmergeyan ji xwe re kirine bafik. Heke na, ew bi xwe jî dizanin ku ev hêza çekdar ku li Kurdistanê heye li ser bingeheke wisa nehatiye avakirin ku bibe hêzeke niştimanî. Çimkî di koka xwe de ne ji bo welêt lê li ser bingeheke partîzanî û seba partiyan hatiye çêkirin. Berê jî gelek hewl hatin dayîn lê sergihayî nebûn.

Bi awayekî fermî û ji destpêka şerê DAIŞê ve, hevpeyman bi çek, perwerde, rahênan û tewra bi alîkariya darayî jî hevkarîya vê hêzê dikin. Ji destpêka vê proseya piştevaniyê ve, hewl didin ku ev hêza çekdar ji destê partîyan were derxistin û bikeve destê hikûmetê lê hewldanên wan bê havil bûn. Tew ger ew hêz ji bo xatirê hevpeymanan û li ser daxwaza wan jî werin tevlihevkirin, di kêliyên hestyar de, bi nameyeke mobaylê ya berpirsekî hizbî dê ji hev cihê bibin û di destê partîyan de bibin amûr.

Ger hevpeymanan dixwest ku li Herêma Kurdistanê hêzek hebe ku ne ser bi partiyan be, tenê ew alîkariya darayî û çek û pêdiviyên leşkerî yên ku Amerîka daye Herêma Kurdistanê bes bûn ku li derveyî van herdu hêzên hizbî hêzeke niştimanî were çêkirin, lê hevpeymanan ev yek nekir û di warê çekan de timî ji bo xurtkirina PDK û YNKyê kar kir. Haya wan ji hemî hûrgiliyan heye. Her wisa dizanin çiqas ji wan çek û alavên leşkerî yên ku dane hêzên hevbeş ji hêla herdu partiyan ve hatine birin lê dîsa guh nedan vê yekê û piştgiriya Hêzên Pêşmerge berdewam kir.

Herêma Kurdistanê du caran bi gef û metirsiyên rastîn re rû bi rû ma (şerê Ensar Îslam û şerê DAIŞê). Di van her du metirsiyan de, Amerîka û hevpeyman li hana Kurdistanê hatin. Ger ne bi alîkarî û piştevaniya wan bûya, Pêşmerge bi tena serê xwe nikarîbû rûbirûyî van gefan bibe.

Niha jî ger ne ji tirsa Amerîka û hevpeymanan be, dê hêzên deverê her roj hêz û komekê dijî Herêma Kurdistanê dirust bikin û bişînin ser me. Ango hîna yên ku aramiya Kurdistanê parastine, Amerîka û hevpeyman in. Loma nabe rê bê dayîn ger ji xemsariya wan e yan her sedemeke din e, ev her du hêz (PDK û YNK) bibin sedem ku ev dostên kurdan pişta xwe bidin me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Roj Elî Zale / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

Kesên ku li Rûdawê dixebitin ji bilî şiyana xwe ya baş, bi coş û kelecan karên xwe dikin