Hevdîtina Neçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan: Tirkiye ji bo pêşvebirina pêwendiyan amade ye

24-08-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hakan Fîdan Pêwendî Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi beşdariya şandeyên her du aliyan li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di hevdîtinê de mijarên wekî “pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêşvebirina hevkariyên her du aliyan” hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê girîng in

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ew ji ber serdana Fîdan kêfxweş e û anî zimên ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên di qadên aborî, bazirganî û ewlehiyê de ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.

Barzanî herwiha ameje pê kir ku ew amade ne pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xurttir jî bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê, got ku Tirkiyeyê her dema zehmet alîkarî daye Herêma Kurdistanê û ew vê yekê ji bîr nakin.

Tirkiye amade ye pêwendiyan baştir bike

Li aliyê din, Hakan Fîdan jî ragihand ku Tirkiye, girîngiyeke taybet dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Fîdan, pesnê aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê da û da zanîn ku Tirkiye amade ye pêwendî û hevkariyên heyî baştir bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, qala wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî di pêşvebirina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xwediyê roleke sereke ye û ji ber vê yekê spasiya wî kir.

Li aliyê din, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan de behsa mijara petrola Kurdistanê jî hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e