Hilbijartina bi heytehol a Îraqê ya 2025an, di bin siya nakokiyên navxweyî yên komên neteweyî û mezhebî de û di nava rageşiyên jeopolîtîk ên herêmê de hat lidarxistin.
Encamên destpêkê hevsengiyên siyasî ber bi hejmareke nû ve guherandin ku dibe ku xalên wan ên girîng ev bin:
Di nava siyaseta Şîeyan de, ji aliyekî ve sîbera Sedir û ji aliyê din ve rewşeke tijî rikberiya navxweyî ya Şîeyan, wer kiriye ku rêya serokwezîr ji bo mana wî di postê xwe de ji berê dijwartir be.
Sûdanî serketiyê hejmarî yê hilbijartinê ye lê serketiya stratejîk di nav Şîeyan de Qeys Xezelî ye. Ji xeynî vê, zêdebûna dengên komên çekdar û vegera Hekîm bi awayekî bihêztir ji sala 2021an, dê bandoreke rasterast li ser arasteya siyaseta navxwe û derve ya Îraqê bike.
Her du partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê pêgeha xwe weke partî xurtir kirin. Ev jî dikare bandorê li ser hevsengî û hevbeşiya wan a neçarî ji bo avakirina hikûmetê bike.
Aliyên Kurdistanî di nava mala xwe de bihêz bûn lê ne merc e ku ev yek ji bo deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û pêgeha wan li Bexdayê jî wisa be, eger derzên dabeşbûna wan a navxweyî bi vî rengî berdewam bikin.
Di nava Sunneyan de jî Helbûsî bi hêzeke mezintir vegeriya. Zêdekirina dengên wî li Bexdayê pêgeha wî li cem Şîeyan xurtir dike û mezinbûna qebareya wî li Kerkûkê jî dihêle ku rasterast an nerasterast bandorê li ser peywendiyên navbera PDK û YNKê û li ser gengeşeyên dabeşkirina postan bike.
Serketiyê hejmarî û serketiyê stratejîk di kampa Şîeyan de
Sûdanî hejmar bi dest xistin û hêza yekem e lê hîn jî ji wê yekê dûr e ku paşeroja xwe ya siyasî weke serokwezîr misoger bike. Piştî hilbijartinê, bi rûyekî ku xuya bû yan pir westiyayî bû û nexewitibû, yan jî nîgeran bû, pîrozbahî kir û got hevpeymaniya wî amade ye ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmetê.
Ev îşaretek bû ku ew dixwaze bimîne lê xuya ye ku berê Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir, aveke sar bi ser wî de kiribe dema ku pêşî li wî girt û got ku Sûdanî daxwaza wîlayeteke duyem nekiriye!
Di rastiyê de, karê Sûdanî ew qasî ne hêsan e, ji ber ku hevpeymaniya wî ya ji 8 partiyan pêk tê, neçar e ku di nav pêkhateya Şîeyan de hesabê çend aliyên serekî bike:
Komên çekdar: Çi ewên ku berê di nav siyasetê de bûn weke Bedir, Esaîb û Ketaîbê Hizbulahê yan jî ewên ku di vê hilbijartinê de bi lîsteyên cuda yan bi hevpeymaniyan beşdar bûne.
Komên kevneşopî yên Şîeyan: Sûdanî ji bo mana xwe neçar e ku komên kevneşopî yên Şîeyan razî bike, di nav wan de Hekîm û Malikî. Dibe ku razîkirina Hekîm ji bo wî hêsantir be ku di vê hilbijartinê de bi hevpeymaniyekê ji sedî 4,27 ji dengan bi dest xistiye lê dibe ku ev yek ji bo Malikî ne rast be.
Sedir û mala Ayetullah Sîstanî: Ew neçar e ku çavekî wî li ser her yek ji Sedir û mala Ayetullah Sîstanî jî be, her çend herdu jî niha bi awayekî fermî ji siyasetê dûr in.
Boykota Sedir û qezenca Sûdanî
Lîsteya Sûdanî li 12 parêzgehan bi awayekî rêjeyî nêzîkî ji sedî 9 ji dengên her parêzgehê bi dest xist ku herî zêde li Wasit, Mîsan, Kerbela û Zîqarê bûn.
Lîsteya Sûdanî li 6 ji wan 8 parêzgehên ku di hilbijartinên 2021an de Sedirî tê de yekem bûn, bûye yekem. Her çend Sedir red kiribe ku bi dizî piştgiriya lîsteya Sûdanî kiriye lê ev yek nîşan dide ku herî kêm boykota Sedir ketiye berjewendiya Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê ya Sûdanî.
Ev hilbijartin çendî ji bo Sûdanî ceribandineke diyarker bû, ew qasî jî ji bo Sedir û daxwaza wî ya boykotê wisa bû. Li gorî amarên komîsyonê, ew daxwaz herî kêm li her derê bi ser neketiye.
Nîgeraniya wezîrê Sedir jî ji vîdeoyeke Şêx Mehdî Kerbelayî ku daxwaz kiribû xelk beşdarî hilbijartinê bibin, dibe ku aliyekî din ê rikberiya kampanyaya beşdarbûn û beşdarnebûnê bûbe.
Çawa dibe bila bibe, herêmên Şîenişîn ên Îraqê li gorî herêmên din, xwedî asta herî kêm a beşdariya di hilbijartinê de bûn, ku her hikûmeteke pêşbînîkirî ya paşerojê neçar e hesabê wê bike.
Xurtbûna pêgeha komên çekdar
Komên çekdar ên Şîeyan, ji bilî koma (Muntesîrûn) a Ketaîbê Seyîduşuhedayê ku di hevpeymaniya Nûrî Malikî de beşdar bû, her wiha ji bilî Falih Feyazê ku bi hevpeymaniya Sûdanî re ye, bi giştî 1,729,566 deng li 12 parêzgehan bi dest xistine.
Li gorî encaman û piştî boykota Sedir, başûrê Îraqê nola hertlanda (navenda sereke) komên çekdar maye. Li cihekî weke Besrayê, 4 komên Sadiqûn, Bedir, Hiquq (nêzîkî Hîzbulahê) û Xedemat (Ketaîbê Îmam Elî) 258,823 deng, ango nêzîkî 16% ji dengên wê parêzgehê bi dest xistine, ku tê de Sadiqûn bi ser 150 hezar dengî re li pêşiya hemûyan bû.
Li cihekî wekî Diyaleyê ku ji bo tevgerên leşkerî yên komên çekdar xwedî girîngiyeke korîdorî ye, Bedir û Sadiqûn bi hev re ji sedî 15,38 ji dengên wê parêzgehê bi dest xistine.
Sûmeriyûnê nêzî Ketaîbê Cundulîmam li Zîqar û Babilê pêgeha xwe nîşan daye lê Hiquq li her 10 parêzgehên başûr pêgeheke bihêztir ji xwe re misoger kiriye.
Sadiqûn di nava wan 12 parêzgehan de li 9 ji wan li pêşiya komên din ên çekdar e û ev jî derbarê paşeroja Emîndarê Giştî yê Esaîbê Ehlê Heq de sernîşanên girîng dide.
Eger Sûdanî serketiyê hejmarî yê hilbijartinê di nav lîsteyên Şîeyan de be, wê demê em dikarin bibêjin ku serketiyê stratejîk ê vê hilbijartinê Xezelî ye ku li ber e pêgeha xwe wekî serokê paşerojê yê Şîeyan xurt bike.
Nûrî Malikî 75 salî ye, Hadî Amirî 71 salî û Falih Feyaz jî 69 salî ye, lê Qeys Xezelî nû ketiye 50 saliya xwe. Muqteda Sedir di navbera siyasetmedarî û oldariyê de diçe û tê û ew rewşa berzexî jî derfeteke bêhempa ye ji bo Emîndarê Esaîbê Ehlê Heq ku dibe ku bi hinek bendewarî bi dest bixe, helbet eger rewş bi vî rengî berdewam bike.
Lîsteya Dewleta Yasayê, li gorî berawirdkirina encamên sê hilbijartinên 2021, 2023 û 2025an, pêgeha xwe ya kevneşopî li parêzgehên Zîqar, Babil, Wasit û Kerbelayê parastiye û li piraniya cihên başûrê Îraqê ji bilî Musenayê dengên xwe zêde kiriye.
Ji ber vê yekê, dibe ku ew jî xwe wekî serketî bibîne lê astengiya herî mezin a li pêşiya wî zêdebûna rikberên wî ye. Di sala 2021an de Sedirî û Fetih rikberên wî bûn, di 2023an de Hevpeymaniya Nebnî, vêga jî ji hevpeymaniya Sûdanî bigire heta Esaîbê Ehlê Heq, li piraniya cihan rikberî heye û li piraniya parêzgehên başûr herî kêm bi sê koman re pêşbirkeke nêzîk kirine.
Xuya ye ku encamên niha ji bo Malikî astengiyên mezin in da ku careke din bibe serokwezîr lê bi egereke mezin dê bibe yek ji wan kesan ku di diyarkirina serokwezîrê paşerojê de gotina wî hebe.
Pêkanîna hikûmetê di nava dînamîkên derveyî û navxweyî de
Ji ber girêdana mijara avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rewşa hikûmetê li Bexdayê û dabeşbûna Sunneyan, egera avakirina hevpeymaniyeke ser-tayîfî ji bo Sûdanî û dûbarekirina senaryoya 2021an ji aliyê siyasî ve karekî dijwar xuya dike.
Ji aliyê hejmarî ve jî zehmet e ku bêyî razîkirina Şîeyan, ew du ji sêyan kom bike da ku rûniştina perlamentoyê were lidarxistin.
Raveyên li ser hevrikiya Amerîka û Îranê ka gelo Sûdanî bimîne yan nemîne, hinekî xeyalî xuya dikin. Bêguman her aliyek hez dike ku kesekî li gor dilê wî hikûm bike lê dibe ku ew qasî ji bo Îranê girîng be ka kî dibe serokwezîr, ev yek bi wê radeyê ji bo Amerîkaya Trump ne girîng be.
Wekî din, ew qasî hêza wê heye ku her kesê li Bexdayê be, bikaribe "her bi zorê" daxwazên xwe ferz bike. Ji bo Îranê jî pirsgirêk ew e ku hilbijartinên vê carê zêdetir rikberiya navxweyî ya komên Çarçoveya Hevahengiyê li başûr bû ku ew bi xwe jî di avakirina çarçoveyê de xwedî rol bû.
Pêwendiya wê bi gelek hêzên rikber ên hilbijartinên vê carê re heye ku di wê çarçoveyê de ne û dibe ku li gorî wê baş be ku her bi wê mekanîzmayê jî were çareserkirin.
Bi rengekî giştî, hikûmetên Îraqê piştî Sedam 6 heta 7 mehan piştî hilbijartinê hatine pêkanîn, ya herî kêm di sala 2014an de bû ku zêdetirî 4 mehan kişand û ya herî zêde jî di sala 2021an de bû ku 13 mehan kişand heta ku hate damezrandin.
Îşaret wisa nîşan didin ku dibe ku avakirina hikûmeta vê carê ji yên berê hêsantir be. Ji ber ku piraniya aliyên rikber beşdarî hikûmeta niha bûne û derbarê Şîeyan de jî niha mekanîzmayeke bi navê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ji bo pêkanîna hikûmetê heye ku karê wan hêsantir kiriye, her çend dibe ku gengeşeyên navxweyî li ser parên hikûmetê zêdetir bin ji ber ku daxwazkarên hêzdariyê zêde bûne.
Rewşa Kurd û Sunneyan
Di nava Sunneyan de, Helbûsî vegereke bihêz kiriye, ev yek jî piştî ku ji serokatiya perlamentoyê hate dûrxistin. Wî kariye xwe weke serokekî Sunnî derxe pêş û sînorên Enbarê derbas bike, ev jî dikare destê wî ji bo gotûbêjên avakirina hikûmetê vekirîtir bike, xasma ku li cihekî stratejîk û tijî hevrikî weke Kerkûkê, bi rêjeyeke zêdetirî 150% dengên xwe li gorî sala 2021an zêde kiriye.
Ji aliyê Kurdan ve jî bihêzbûna PDKyê bandorê li ser gotûbêjên avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Ev nepeniyeke eşkere bû ku peywendiyeke rasterast a neavakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinê bi hilbijartinên Îraqê re hebû.
Encamên niha pêgeha PDKyê xurt kirine û dibe ku dengê wê li hember YNKyê wêrektir bike lê deng û bandora YNKyê û hevpeymanên wê li Bexdayê zêde bûne û bi vî awayî dikarin hevdu hevseng bikin.
Di dema xwe de Qeys Xezelî di kongreya YNKyê de li Silêmaniyê hêvî kiribû ku Bafil Talebanî bibe serokkomarê Îraqê û bi vî awayî xwe wekî kiryarekî amadeyî destwerdanê di hevsengiyên navxweyî yên Kurdan de nîşan dabû.
Ji bilî Şîeyan, dibe ku vê carê Erebên Sunnî jî bandorê li ser vê hevsengiyê bikin. Helbûsî demek e behsa serokkomariyê ji bo Sunneyan dike û li dijî Hewlêrê xeber dide.
Bi îhtimaleke mezin, ji bo vê yekê jî girewê li ser hevpeymaniya bi beşek ji Şîeyan û nakokiyên navxweyî yên Kurdan dike. Bêguman bilindbûna dengên wî li Kerkûkê jî derfetên zêdetir jê re misoger dike.
Bi hebûna kabîneyeke pirserî ya hikûmetê ku Çarçoveya Hevahengiyê bi aliyên xwe yên cihêreng serokatiya wê bike, tê çaverêkirin ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê berdewam bin.
Ji bilî mijarên mûçe, budce û petrolê, pirsên mana hêzên Amerîkayê û îhtimala êrîşeke pêşbînîkirî ya Amerîkayê li ser komên çekdar li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dê di rêza wan mijaran de bin ku dikarin her tim bandorê li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Xaleke din ew e ku encama hilbijartinê rewşa Kurdan li hin deverên bi gengeşe û cihê nakokiyê, xasma li Kerkûkê, ber bi nediyariyeke mezintir ve biriye û cara yekem hejmara kursiyên Kurdan daketiye bin nîvê giştiya kursiyên parêzgehê.
Her çend ku gelek caran mijarên wekî pirsa axê ne bi hilbijartinê lê belê bi asta hêzdariyê tên çareserkirin lê guhertineke siyasî ku pişta xwe bi rewatiya hilbijartinê girê bide, dê bandoreke demdirêjtir li wan deveran pêk bîne.
Eger lîsteyeke tenê ya hemû Kurdan li Kerkûkê hebûya, dikaribûn 252,736 dengan bi dest bixin û rêjeya kursiyên wan jî bilindtir dibû. Ev jî di demekê de ye ku li gorî hilbijartinên borî, dengên wan jî kêm bûne.
Di sala 2023an de dengên hemû aliyên Kurdistanî bi hev re 290,635 deng bûn û ev jî nîşana wê yekê ye ku lîsteyên Kurdistanî ne serkeftî bûn ku di 2025an de hemû dengderên Kurd bibin ser sindoqan.
Tundbûna nakokî û cemserbendiyên navxweyî hişt ku lîsteyên Kurdistanî di vê hilbijartinê de berê xwe nedin hevpeymaniyan û berevajî pêla serdest li Îraqê melevaniyê bikin.
Bi awayekî ku nêzî hemû hêzên mezin ên Şîe û Sunneyan, ji bilî çend hebên kêm di nav komên çekdar ên Şîeyan de, hemû bi hevpeymaniyan beşdarî hilbijartinê bûn.
Li cihên girîng jî mîna Bexda, Kerkûk û Nînoweya hevpeymanî kirine, tewra heger li cihekî din rikberiya hev kiribin jî.
Pirsa beşdariyê wekî kelema demdirêj a sîstemê
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan rêjeya beşdariyê wekî ji sedî 56,11 hesab kiriye û gotiye ku 12,009,453 kesan deng daye. Bêguman ev yek ji giştiya 21,404,291 kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû rast e lê ev yek tenê nûnertiya ji sedî 41,13 ji giştiya 29,200,000 kesî dike ku hemûyan dikaribû beşdarî hilbijartinê bibin.
Ev jî tê wê wateyê ku ji her 10 kesan, 6 kes beşdarî hilbijartinê nebûne. Ev jî di demeke dirêj de dikare bibe kelemeke nediyar li pêşiya proseya siyasî li Îraqê.
Berawirdkirina vê hilbijartinê û hilbijartina berê
Li gorî encamên ku hatine ragihandin, bi berawirdkirina bi hilbijartinên sala 2023an ên encûmenên parêzgehan û 2024an ên Parlamentoyna Kurdistanê re, bi giştî rêjeya dengdanê ji sedî 8,39 bilind bûye û li gorî hilbijartinên 2021an jî ew rêje li seranserê Îraqê ji sedî 11,60 bûye.
Li gorî salên 2023-2024an, rêjeya beşdariyê li parêzgehên Bexda, Nînowa, Diyale, Enbar û Selahedînê ji yên din zêdetir bûye. Her çend Kerkûk û parêzgehên Herêma Kurdistanê di nav wan parêzgehan de ne ku herî zêde beşdarî li wan hatiye kirin, lê li gorî hilbijartinên borî, rêjeya beşdariyê li wan cihan daketiye, ku rêjeya herî bilind a daketinê li Silêmaniyê bûye.
Bi giştî em dikarin bibêjin ku li parêzgehên Sunnînişîn vejîneke balkêş ji bo beşdariyê heye. Li herêmên Şîenişîn jî asta beşdariyê zêde bûye, lê dîsa jî yên herî kêm ên Îraqê ne û beşdarî ne di asteke pir mezin de ye û parêzgehên fena Necef û Mîsanê di binê lîsteyê de mane.
Bêkarî, hejarî, jîngeha jiyanê yan sedemên din
Dibe ku yek sedem bi tenê têr neke ji bo ravekirina cudahiya asta beşdariya xelkê di hilbijartinê de.
Li parêzgehên wekî Enbar, Musena, Dihok, Mîsan, Kerkûk û Bexdayê, rêjeya herî bilind a bêkariya ciwanan heye lê beşdarî ji bilî Mîsanê ku di sînorê 40î de maye, li hemûyên din di asteke bilind de bûye.
Li Babil, Diyale, Qadisiye û Kerbelayê jî rêjeya herî kêm a bêkariya ciwanan heye, lê ji bilî Diyaleyê, li yên din rêjeya beşdariyê di bin ji sedî 50 de maye.
Ji aliyê rêjeya hejariyê ve, Dihok xwedî rêjeya herî bilind e û Hewlêr jî ya herî kêm lê her du jî di rêza wan parêzgehan de ne ku herî zêde xelk beşdarî hilbijartinê bûne.
Bi giştî, 10 parêzgehên ku rêjeya hejariyê tê de di bin rêjeya hevpar a hejariyê ya seranserê Îraqê de ye ku ji sedî 20 bû, asta beşdariyê ji bilî Hewlêr, Kerkûk û Nînowayê li hemûyên din di bin ji sedî 50 de bûye. Berevajî vê, li cihên ku hejarî zêdetir e jî, ji bilî Necefê, li 7 parêzgehên din rêjeya beşdariyê di ser ji sedî 50 re bûye.
Daneyên hejarî û bêkariyê
Li neh parêzgehên ku rêjeya bajarvaniyê tê de ji rêjeya hevpar a bajarvaniyê li seranserê Îraqê (ji sedî 69) kêmtir e û rêjeya jiyana gundewariyê bilindtir e, dîsa encamên nerêk û cuda hene.
Li parêzgehên Sunnî rêjeya beşdariyê bilind e lê li parêzgehên Şîe ku xwedî vê taybetmendiyê ne, rêjeya beşdariyê kêm maye. Ev jî tê wê wateyê ku siyasetmedarên Sunnî di handana xelkê gundnişîn de ji siyasetmedarên Şîe serkeftîtir bûne.
Ji bo wan parêzgehên ku li ser rêjeya hevpar a bajarvaniyê ne jî, rêjeya beşdariyê li bajarên Kurdistanî zêde ye lê dîsa li bajarên Şîeyan kêmtir bûye.
Asta rikberiya siyasî jî, ku xuya ye di hilbijartinên borî de sedemek ji bo zêdekirina beşdariyê bû, vê carê bandora wê ne mîna hev bû. Mînak, li Dihokê hejmara herî kêm a berbijêran hebû ku 59 kes bûn lê rêjeya beşdariyê di asteke bilind de bû.
Lêbelê, li Bexdayê 2 hezar û 299 namzedan di 49 lîsteyên partî, hevpeymanî û takekesî de rikberî kir lê dîsa jî rêjeya beşdariyê di bin ji sedî 50 de ma.
Hejmara lîsteyan
Lap li vir diyar dibe ku mijara beşdariya yên ku beşdar bûne, tenê bi sedemên aborî nayê ravekirin.
Her çend dibe ku ev ji bo têgihiştina rêjeya rastîn a beşdarnebûnê ku derdora ji sedî 60 e, bi kêr bên lê dibe ku sedema serekî ya hatina wî beşê ku deng daye, vegere ser mijarên din ên siyasî wekî asta cemserbendiya siyasî, şiyana partiyan ji bo livandina civakî û peywendiya êl-îdeolojî û siyasetê.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse