Cara yekê min sala 1995ê serdana Stenbolê kir. Çûn û hatinên min bi qasî du salan berdewam kir. Lê ji ber şert û mercên dinyayê -ku hizra Kurdayetiyê jî beşeke ji wan şert û mercan bû- sala 1997ê bi tevahî li vî bajarî bi cih bûm.
Hema wan salan hevnasiya min û Kekê Selahattin Bulut ku ji bo me hemûyan ‘Kekê Seleh’ e, dest pê kir. Me li Stenbolê rojnameyeke xwerû bi Kurdî derdixist ku navenda wê li Beyogluya Stenbolê bû. Dema karê me nedima yan kar sivik dibû, me berê xwe dida Kolana Îstîklalê ku bi peyatî 2-3 deqeyan ji me dûr bû. Em rojnamegerên bêpere bûn, çûyîna kafe, restoran û pastexaneyan ‘zêdeyî qeweta’ me bû. Ji ber vê yekê, carcaran em li çayxaneyên xweyî kûrsiyên biçûk rûdiniştin ku çaya wan erzan bû.
Ji bilî van çayxaneyan du-sê cihên me hebûn ku me herdem serdana wan deran dikir. Yek jê Navenda Çanda Mezopotamyayê bû, me qesta kafeya wê dikir ku şibakeyên wê li Kolana Îstîklalê mêze dikir. Me gelek caran piraniya dema xwe li wir derbas dikir. Carna jî hema me seriyek lê dixist û em derdiketin.
Cihekî din ku me herî zêde serdana wir dikir, Kitêbxaneya Medyayê bû. Kitêbxane, sala 1996ê di nav şert û mercên gelekî dijwar de vebû. Cihê wê li Pasaja Aznavurê bû, pasaj jî li pêşberî Meydana Galatasarayê bû. Avahiya Aznavurê ne şaş bim ji 9 qatan pêk dihat û tê de gelek sazî û dezgehên Kurdan û Şoreşgerên Tirkan hebûn. Navenda Çanda Nazim Hikmet, Navenda Çanda Bulunmaz, Navenda Çanda Evrenselê û Med-Kom di vê pasajê de bûn.
30 Sal, 3 Navnîşan û Kitêbxaneyek
Îro difikirim ku 30 sal derbas bûne. Ne kêm e, jiyanek e. Di van 30 salan de gelek tişt guherîn. Gelek cî û mekan guherîn, gelek kesên wan salan nema xuya bûn, nifşek çû nifşeke din hat. Em kur û keçên ciwan, îro bûne navsereyên serdemê. Wextek hat, Kitêbxaneya Medyayê ji Pasaja Aznavurê bar kir. Lê kolan her Îstîklal bû. Navnîşana nû, Pasaja El Hamrayê bû. Pasaj li pêşberî Dêra Saint Antouanê bû ku dêreke navdar a Stenbolê ye. Medyayê wextê xwe yê herî zêde li vir borand. Her wekî li Pasaja Aznavurê, Pasaja El Hamrayê jî bûbû mal û navnîşaneke Kurdan.
Min bi xwe gelek caran ji Kitêbxaneya Medyayê re gotiye: Balyozxaneya Kurdan a li Stenbolê, ji Kekê Seleh re jî gotiye: Balyozê Kurdan ê li Stenbolê. Bi rastî jî van navan heq dikin. Çimkî gelek caran dost û heval hev li wir dibînin, civat û sohbetên xwe li wir dikin. Li pişt şûşebend û camekanên kitêbxaneyê cîhaneke Kurdewarî heye.
Dema mirov serê xwe dixe wî dergehî, çawa ku mirov silavekê li Feqî, Xanî û Cizîrî dide û silava wan hildide. Carcaran mirov li civata Pîremêrd, Tîrêj û Cegerxwîn diqeside. Carcaran jî bi serbilindî dibe mêvanê Qaziyê Mehebadî, Mele Mistefayê Barzanî û Qasimloyê Ûrmiyeyî. Çawa ku deng û sûretên wan ketibin nav refikên textîn, rûpelên kitêb û kovaran û ji wir gazî me dikin. Ji ber wê ye ku Kitêbxaneya Medyayê, ne tenê kitêbxaneyek e. Naxwe bi dehan kitêbxane hene li dorhêlê. Kitêbxaneya Medyayê Mala Bîra Kurdî û Mekanê Hişmendiya Neteweyî ye.
Ev çend sal in ku Kitêbxaneya Medyayê li navnîşana xwe ya sêyemîn mazûvaniya xwîner û hezkiriyên Kurdî dike. Vê carê jî li ser Kolana Îstîklalê ye. Li Kûçeya Bekarê, dema mirov ber bi Meydana Taksîmê ve diçe, ev kûçe li milê çepê dikeve.
Di van 30 salan de, di van sê navnîşanan de bi sedan civat û sohbet saz bûn, bi dehan çalakî li dar ketin. Nivîskar hatin kitêbên xwe îmze kirin, behsa serpêhatiyên xwe kirin û peyv û Wêjeya Kurdî geş kirin.
Divê bibêjim ku Kekê Seleh beriya dest bi karê Kitêbxaneya Medyayê bike, wextekî li Dêrika Mêrdînê kitêbfiroşî kiriye, pişt re hatiye girtin û ketiye hepis û zîndanê. Piştî ji hepsê derketiye, hatiye Stenbolê û li Bakirkoya Stenbolê jî wextekî heman kar kiriye. Serdema Medyayê piştî van karan dest pê dike ango em dikarin bibêjin ku paşxaneya Medyayê kevintir e.
Dema Kekê Seleh dest bi vî karî dike, hejmara kitêbên Kurdî bi qasî tiliyên du destan jî tunene. Kitêbên li ser Kurdan hebin jî bi zimanê Tirkî ne. Di destpêkê de yek bi yek, qul bi qul digere, kitêbên Kurdî peyda bike ku bîne û li kitêbxaneya xwe keys bike. Lê îro em bi serbilindî dibînin ku piştî 30 salan, bi hezaran kitêbên Kurdî çap bûne û roj bi roj hejmara wan zêde dibe.
Meşa Kîso behsa serdema ‘Maleke Kurdên Stenbolê’ jî dike
Sala par, serpêhatiya rêwîtiya Kitêbxaneya Medyayê ji aliyê Kekê Seleh ango Selahattîn Bulut ve bû kitêb û gihîşt ber destê xwînerên Kurdî û hezkirên kitêbxaneyê. Kitêba ku ji 360 rûpelan pêk tê û navê wê ‘Meşa Kîso, Çîroka Medya Kitabeviyê’ ye, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin.
Bi rastî jî dema min kitêb xwend, min dît ku di warê xwe de berhemeke bêhempa ye. Kitêb ji heşt beşan pêk tê. Di gelek beşan de şa bûm, di hinek beşan de xemgîn bûm û di gelek beşan de li ser rewşa em tê de ne, ketim nav fikarên kûr. Beşê yekê, bi sernavê Lihêfa Kurdan li ser pişta wan e dest pê kiriye. Di vî beşî de Kekê Seleh behsa veqetîna ji welêt û hatina Stenbolê, bi çend serpêhatî û xalên balkêş, pêşkêşî dêhn û bala me dike.
Di beşê duduyan de behsa Kitêbxaneya Evînê tê kirin ku Kekê Seleh di salên 1970yan de li Dêrikê vedike û heta Derbeya 12ê Îlona 1980yan jî vekirî dimîne. Beşê Sisêyan û Beşê Çaran li ser avakirin û berdewamkirina Kitêbxaneya Medyayê ya li Pasaja El Hamrayê û Cihê nû yê kitêbxaneyê ya li Kûçeya Bekarê ye.
Bi taybetî di beşê sisêyan de, çend xalên balkêş bi van sernavan cih digirin: Med-Kom, Odeya deriyê wê girtî, Mifte, Xêzik, Rêwîtiya Xeyalên min, Roja vekirinê, Qonturlî telefon, Navê Kitêbxaneya Medyayê, Reklam, Vekirina deriyekî nû, Carinan dinya li min pir dicemidî, Öznur û Banu, Moda, Xebatkarên Medya Kitabeviyê: Figen Aras, İlkay Meriç û Bahar etkin, Îro şemî ye wê Engîn were, Kêfa sibeyê ya li ser Caddeya Îstîklalê, Poşetên Rengîn, Dayîkên Şemiyê û Kopiya Pelûr.
Hemû beş ji bo min xweş û girîng bûn. Nizanim dibe ku haya min ji piraniya van bûyeran heye loma. Dibe ku ez piraniya kesan nas dikim ku di van beşan de behsa wan hatiye kirin. Lê divê ez behsa Engîn (Kaya) bikim ku ji dema kitêbxane vebûye heta roja îro, ev bûn 30 sal ku her şemî tê kitêbxaneyê. Engînê ji Qersê dostekî min e jî. Di van 30 salan de, dema ku li Stenbolê bûye, roja xwe şaş nekiriye û her şemî li kitêbxaneyê qesidiye.
Kekê Seleh, di kitêbê de jî behs dike ku rojekê pênçşemê hatiye, ji Engîn re gotiye: “Keko min nizanibû îro şemî ye, çi zû bû şemî.” Li ser vê yekê Engîn gotiye: “Keko îro ne şemî ye, pênçşem e. Ji ber ku roja şemiyê daweta merivekî min heye, ez jî ji dêvla şemiyê îro hatim.” Kek Seleh li ser vê gotinê wiha nivîsiye: “Wekî ku mecbûr be, ji bo ‘deyndar’ nemîne îro hatibû…”
Beşê pêncan ê kitêbê bi vî sernavî ye: Salên zor, şewba nexweşiya koronavîrûsê, qrîzên aborî, jiyan, bihayî, rewşa Medya Kitabeviyê. Di bin vî sernavî de gelek xalên balkêş cih digirin. Beşê şeşan, behsa cihê nû yê niha dike ku îro li Bekar Sokakê ango li Kûçeya Bekarê ye.
Beşê heftan, bi sernavê Mêvanên Medya Kitabeviyê ye. Di vî beşî de, nivîsên derbarê serdana mêvanan de hatine bicihkirin. Gelek mêvanên Kurd û biyanî yên navdar, çi li seranserê welêt çi li Tirkiyê û çi jî li derveyî welêt, dema hatine kitêbxaneyê yan jî dema ku bi riya telefonê pêwendî girê dane, bi serpêhatî û serdana xwe cih digirin.
Beşê heştan û beşê herî berfireh ê kitêbê ji Nivîsên li ser Medya Kitabeviyê pêk tê. Ev beş kêm-zêde ji 170 rûpelan pêk tê û bi dehan şexsiyetên Kurd û biyanî behsa kitêbxaneyê kirine. Çend şexsiyetên ku di vî beşî de li ser Kitêbxaneya Medyayê nivîsandine ev in: Celîlê Celîl, Îsmaîl Beşîkçî, Clemence Scalbert Yücel, Firat Cewerî, Enwer Karahan, Fûad Onen, Hesenê Metê, Jan Dost, Joanna Bochenska, M. Malmîsanij, Martin Van Bruinessen, Mihemed Sanri, Mustafa Özçelik, Müslüm Yücel, Osman Özçelik, Receb Dildar, Rênas Jiyan, Rohat Alakom, Roşan Lezgîn, Rûşen Arslan, Seîd Veroj, Süleyman Çevik, Şeyhmus Diken, Şemsettin Işıklı, Ümit Firat, Wendy Hemelink û Zana Farqînî.
Şayanê gotinê ye ku di kitêba Meşa Kîsoyê de gelek foto jî cih digirin ku tê de mêvan û hezkiriyên Kitêbxaneya Medyayê xuya dibin.
***
Selahattîn Bulut, sala 1954ê li Dêrikê Mêrdînê hatiye dinyayê. Enstîtuya Perwerdeyê li Mêrdînê qedandiye. Li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên siyasî, sala 1981ê tê girtin û li Hepsa Diyarbekirê ya Leşkerî heşt salan dimîne. Sala 1997ê, li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê ava dike. Li ser jiyana Hafiz Akdemîr û Edîp Karahan kitêb amade kirine. Di hinek rojname û kovaran de nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Bihuşta Lal û Xadim kitêbên wî yên kurteçîrokan in.
TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji nêrînên Salih Kevirbirî pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse