Min jî wek gelek kesan navê Xelîl Xeyalî dema M. Emîn Bozarsalan ew koleksîyona kovara Jîn ji nû ve li Swêdê weşand (1985-1989), bîhist. Ne tenê Xelîl Xeyalî, bi çapkirina vê kovarê em ji hebûna gelek kesayetiyên kurd yên din jî agahdar bûn. Dema min di salên 1990î de xebata xwe ya bi navê Kurdên Stembola Kevin amade dikir, navê Xelîl Xeyalî derkete pêşiya min (1998), heman salê li Swêdê carekê jî min jina Dr. Nacî Kutlay, Azîme Xanim dît ku bi salan li Enqereyê maye. Wê ji min re qala hevaltiya xwe ligel Nacîye Modanê keça Xelîl Xeyalî kir, min ev notan derbasî ser kaxiz kirin (Bîrnebûn, nr 4/1998). Dema min li ser mijarên Zîya Gokalp û mijara temendirêjê kurd Zaro Axa kar dikir, Xelîl Xeyalî dîsa di rojeva min de bû. Wek tê zanîn Xelîl Xeyalî û Zaro Axa herdu jî welatiyê hev in, ji Motki/Bitlîsê ne.
Paşê min dît ku lêkolerê kurd Mesut Arslan li ser rewşenbîr, zimanzan û nivîskar Xelîl Xeyalî (1864-1946) xebateke nû weşandiye (Nûbihar, 2025). Nivîskarê vê lêkolînê Mesut Arslan ev deh sal in li ser edebîyata kurdî ya klasîk û di serdema osmanî de jîyana çandî ya kurdan kar dike. Bi dehan lêkolînên wî di navbera salên 2016-2025an de hatine weşandin. Min ev pirtûka nû bi baldarî û kêfxweşî xwend, bi saya vê xebatê ez gelek tiştên nû li ser vî mezinê kurd fêr bûm, pirtûk bi navê Xelîl Xeyalî Modan-Kurdekî Sade û Xwende derket. Li ser kêla gora wî jî bi tirkî “Mutkili Halil Hayali Modan” (Xelîl Xeyaliyê Modan ji Motkiyê) hatiye nivîsîn. Wek tê zanîn Motkî qezayeke bajarê Bitlîsê ye û Modan jî navê eşîra wî ye. Lê zêdetir ew bi forma kurtkirî bi Xelîl Xeyalî hatiye nasîn. Em di vê pirtûka nû de dibînin ku wî gelek nivîsên xwe jî bi mahlasên cihê weşandine. Ev xebata wî ya nû ji 5 beşên bingehîn pêk hatiye: 1) Jîyana Xelîl Xeyalî, 2) Jîyannameya rewşenbîrî ya Xelîl Xeyalî, 3) Naveroka nivîsên Xelîl Xeyalî, 4) Xelîl Xeyalî wek rexnegirekî civakî, 5) Dostaniya Xelîl Xeyalî û Mehmed Akîf. Di dawiya pirtûkê de beşek nivîsên Xelîl Xeyalî yên ku berê di weşanên kurdî yên perîyodîk de çapbûyî, cîh girtine.
Xelîl Xeyalî di serdema modern de kesê yekem e ku fam kiriye di înşakirina netewan û hestên kurdayetiyê de gavên here giring û pêşîn ev in: amadekirina herf, alfabe û perwerdeya bi zimanê dayîkê. Xelîl Xeyalî cara yekem herfên kurdî amade dike û di sala 1909an de bi navê Elîfbayê Kurmancî wek pirtûkeke piçûk diweşîne. Ew dibe avakarekî “Kurd Neşr-i Ma‘arif Cem‘iyyeti [Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurdan) ku heman salê saz dibe. Di sala 1910an de jî bo zarokên kurd li Stembolê bi fermî “Kurd Meşrûtiyet Mektebi (Dibistana Meşrûtiyetê ya Kurdan) tê vekirin. Bi kurtî di salên 1909-1910an de di warê çandî de sê gavên gelek giring tên avîtin.

Di pirtûkê de xuya dibe ronakbîrên kurd berî Celadet Bedirxan di hişyarbûna netewan de rola zimên derxistine pêş. Mesut Arslan di beşa “Zilamek û Zimanek: Xelîl Xeyalî û Kurdî (Ziman û Edebiyat) de dîyar dike ku Babanzade Îsmaîl Heqqî di nivîseke xwe de bal kişandine ser mijara Elyêzer bin Yehûda ku zimanê Îbranî yê nîv-mirî çawa vejandiye. Em dibînin di ku di navbera van zimanzan û ronakbîran de hevşibînî û nêzikayîyên berbiçav derketine holê. Mesut Arslan di beşa bi navê “Xelîl Xeyalî: Arkeologê Ziman, Edebiyat û Dîroka Kurdî” de jî pirsgirêkên ziman û netewebûnê niqaş dike û cîh dide hin dîtinên dîrokzanê çekî Miroslav Hroch. Arslan dibêje ku “Li gorî Hroch di qonaxa ewil de komeke rewşenbîr bi baldariyeke mezin berê xwe didine ser ziman, çand û dîroka wî miletê çewisandî” û paşê van gotinên Hroch neqil dike: “Di destpêka her vejîna neteweyî de, komek kes ku ew bi gelemperî kesên ronakbîr in, elaqeyeke bicoş nîşanî lêkolîna ziman, çand û dîroka wî netewê bindest didin”. Li gorî lêkolerê kurd Tahîr Baykuşak xebatên zimanî yên Xelîl Xeyalî beramberî asta yekemîn a vê teoriya Miroslav Hroch tên. Mirov di xebata Mesut Arslan de dibîne ku Xelîl Xeyalî bi sebreke mezin bi salan di komele, çayxane û malan de kurdayetî jî hînî kurdan bi taybetî hînî ciwanên kurd kiriye. Di vî warî de Ekrem Cemîl Paşa wiha dibêje: “Vî kesî ji ciwanên Kurd ên li Stenbolê re bîst salan mamostetiya kurdparêziyê kir. Gava ev dikir jî nediwesta, nediqerî”.
Lêkoler Mesut Arslan li ser “bêtifaqiya kurdan” jî disekine û yekitiya kurdan derdixe pêş. Di cîhekî de van gotinên watedar yên jineke kurd Xezalê ku li ser mijara nelihevgirinê û perçebûnê ne tîne bîra xwendevanên kurd: “...fena mistek nok li erdê bela bela bûne...” (Rojî Kurd, 1913). Mesut Arslan di vê xebata xwe de beşek ji mijara “Xelîl Xeyalî û Yekîtî” re veqetandiye. Ew, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Qoyî û Xelîl Xeyalî wiha dide ber hev: ”Lê ji aliyê fikrî ve Xelîl Xeyalî şagirdê Hacî Qadirê Koyî ye, wekî ku Koyî jî peyrevê Ehmedê Xanî ye”.
Piştî îlankirina Meşrûtîyetê (1908) hin kurdan bi daxwaznameyan hewl dane destûrên fermî bigrin bo derxistina weşanên perîyodîk. Em di cîhekî de fêr dibin ku Xelîl Xeyalî jî xwestiye ku rojnameyeke kurdî ya bi navê Tak derxe û biweşîne. Di heman cîhî de xuya dibe ku çend kurdan dîsa hewl dane kovar û rojnameyên kurdî derxin, wek mînak Kirmanç (Kurdîzade Ehmed Ramîz), Cûdî (Huseyîn Kenan Paşayê Bedirxanî). Merîfet û Ittihadê Ekrad (Seîdê Kurdî), Aşîret (Bedirhanzade Ahmet Sureyya Bey).

Em fêr dibin ku dema Xelîl Xeyalî kal bûye wî salên xwe yên dawî li Enqereyê li bal keça xwe Nacîye Modanê derbas kiriye. Nacîye Modan wek wergêr û şanoger xebitiye, şanoyek ji fransî wergerandiye tirkî û wek pirtûk weşandiye. Ew di sala 1903an de tê dinê, di 1988 yan jî 1989an de wefat dike. Tax û adrêsên ku Xelîl Xeyalî û keça xwe li Enqereyê lê mane Anittepe û Bahçelîevler bûne. Kurekî Nacîye Modanê bi navê Cuneyt Dosdogru hebûye. Xelîl Xeyalî di 82 saliya xwe de li Enqereyê paytextê Komara Tirkiyê wefat dike (1946) û wî li Goristana Asrî ya Cebeciyê vedişêrin. Mirov dikare bêje ku Xelîl Xeyalî bi van şopan navê xwe di dîroka Kurdên Enqereyê de jî nivîsandiye. Bi vî awayî em dibînin ku wî jîyana xwe li herdu paytextan (Stembol, Enqere) derbas kiriye.
Mesut Arslan di cîhekî vê xebata xwe de dîyar dike ku lêkolerekî ku cara yekem berî wî bala kurdan kişandiye ser mijara Xelîl Xeyalî, Tahir Baykuşak e: “Tahir Baykuşak, pêşî di kovara Kürt Tarihi de bi Tirkî (2013); peyre jî di kovara Wêje û Rexneyê de bi Kurdî (2016) jiyannameya Xelîl Xeyalî li gor agahiyên nû nivîsandiye. Taybetiya gotara wî ya di Wêje û Rexneyê de ev e ku cara pêşîn wêneyê gora Xelîl Xeyalî tê de hat belavkirin”. Piştî ku cîhê gora wî hat dîtin û çend wêneyên wî jî cara pêşîn di medyaya kurdî de belav bûn, vê yekê di nav kurdên dîrokhez û welatparêz de kêfxweşîke mezin peyda kir. Arslan wiha dibêje: “Tirba wî çend sal berê ji aliyê lêkolîner Tahir Baykuşak ve hate kifşkirin û bi vî rengî jiyana wî ronîtir bû”.
Mirov dibîne ku Xelîl Xeyalî piştî mirina xwe (1946) qasî 40 salan tê ji bîrkirin heta salên 1980yî kingê kovara Jîn ji nû ve tê weşandin. Haya me bi vî awayî ji navdarê kurd Xelîl Xeyalî, xebat û berhemên wî çê dibe. Lê niha êdî jîyana Xelîl Xeyalî bi zimanê wî kurdî hatiye nivîsîn. Lêkoler Mesut Arslan bi vê xebata xwe gelek baş kir bala me kişande ser mijara heyranekî zimanê kurdî û dîroka vî zimanî. Wî bi vê pirtûkê, karekî lêkolînî yê gelek mukemel pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye.

TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên Rohat Alakom pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse