Gelê Çemçemalê alîkariyan werdigire, îro 639 malbat pereyan distînin

2 demjimêr berê
Dabeşkirina alîkariyan dest pê kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dabeşkirina alîkariyan dest pê kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çemçemal Lehî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa yekem a dabeşkirina alîkariyên ji bo ziyandîtiyên lehiya qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê îro dest pê kir.

Lijneya Vejandina Çemçemalê alîkariyan li xelkê belav dike.

Pereyê ku ji bo vê qonaxê hatiye terxankirin milyarek û 888 milyon û 242 hezar dînar e.

Ev qonaxa alîkariyê dê du rojan bidome.

Îro alîkariya niştecihên navenda bajarê Çemçemalê tê kirin û sibe jî ya niştecihên Şoriş, Tekye û Axcelerê tê kirin.

Serokê Komîsyona Hawarçûn û Vejandinê ya Çemçemalê Eta Mihemed ji Rûdawê re ragihand:

"Ew malbatên ku zerer dîtiye dê bi awayekî şefaf û rasterast alîkariyê wergirin. Tîm dê amade bin.

Tîma komîseran ku serpereştiya hemû pêvajoyê dike dê li wir be, li gel borda çavdêriya alîkariya ziyandîtiyên lehiyê ku ji 15 kesan pêk tê û nûnerê rojnamegeran, kesayetiyên Çemçemalê û 5 meleyan li xwe digire.

Her wiha lijneya hûrbînî û jimêryarî û îmzekirina çekan jî dê amade be."

"Îro 639 malbat"

Eta Mihemed diyar kir ku pêvajoyê saet 09:00ê sibehê dest pê kiriye û alîkariya 320 malbatan tê kirin.

Her wiha saet 13:00ê jî alîkariya 319 malbatên din tê kirin ku hemû niştecihên bajarê Çemçemalê ne.

Pêvajo çawa ye û mercên wergirtina alîkariyê çi ne?

Eta Mihemed li ser mijarê bi vî rengî axivî:

"Pêwîst e kesê ziyandîtî ku navê wî di formekê de hatiye nivîsandin û hejmara telefon û koda ser karta niştimanî ya wî kesî li ser e, bi xwe amade be.

Ji bilî wî, ti kesê din nikare alîkariyê wergire. Navê wan kesan li gorî rêzbendiya tîpan tê xwendin."

Piştî ku navê kesê ziyandîtî hat xwendin, forma wî ji aliyê lijneya çavdêriyê ve tê kontrolkirin.

Eta Mihemed diyar kir ku lijneya jimêryariyê şopa tilîyê ji kesê ziyandîtî werdigire û belgeyê dide wî û ew jî dibe bankê û li wir lijneya taybet hatiye danîn û pereyê xwe werdigire.

Di qonaxa yekem de zêdetirî 1,8 milyarî dînarî tê dabeşkirin

Elî Cafê ku di lijneya dabeşkirina alîkariyan de nûnerê Rûdawê ye jî got:

"Alîkarî destpêkê ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke yên nav malê dibe, paşê taybet e ji bo otomobîl, dikan û cihên bazirganiyê.

Roja yekem ji bo nav bajarê Çemçemalê ye û 639 malbat dê 861 milyon û 345 hezar dînar alîkariyê wergirin.

Roja duyem 445 malbatên Şorişê 772 milyon û 377 hezar dînaran werdigirin.

Her wiha 210 malbatên Tekyeyê 248 milyon û 220 hezar dînaran û 8 malbatên Axcelerê 6 milyon û 300 hezar dînaran werdigirin ku ev tenê ji bo dabînkirina firax û çakkirina xaniyên wan e."

Elî Caf daxuyand ku qonaxa duyem dê beriya sersalê be û tê de otomobîl, dikan û cihên bazirganiyê tên qerebûkirin (tezmînata wan tê dayîn) û got:

"Tiştê ku ji pereyan bimîne, dê bibe projeyeke giştî ji bo xelkê Çemçemalê ku her kes bêyî cudahî jê sûdê bibîne."

Li gorî amara dawî ya Navenda Hevahengiya Krîzan, ji ber lehiyê 5 kes mirine û 19 kes jî birîndar bûne.

Her wiha 394 hezar û 900 ser ajel, masî û mirîşk telef bûne û 2 hezar û 225 mal, 202 otomobîl, 215 dikan û kargeh û 534 projeyan jî zerer dîtiye.

Rûdawê 7 milyar dînar kom kirin

Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Renc Sengawî du şevan di du bernameyan de nêzîkî 7 milyar dînaran ji bo lêqewimiyên lehiyê kom kiribûn.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Hakim Ehmed Enwer 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an ragihandibû, ew pereyê ku di kampanyaya Rûdawê de ji bo ziyandîtiyên lehiya Çemçemalê hatiye komkirin, diçe ser hesabekî bankê yê fermî û wekî dahata giştî miamele pê re tê kirin û bi şefafî tê birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst