Siwêda, bêrêziya Îsraîlê û bêmoraliya çekdaran

20-07-2025
RÛDAW
A+ A-

Şîrwan Şemêranî 

Di vê babetê de dixwazim behsa du xalên girêdayî hev bikim, her çend di du cîhanên cuda de bin jî ya yekem di cîhana siyasetê de û ya duyem jî di cîhana ol û fikrê de.

Ev yek têkildarî bûyerên başûrê Sûriyeyê û pevçûna navxweyî ya gelê Sûriyeyê li Siwêdayê, di navbera çekdarên nêzîkî hikûmeta Şer û çekdarên Durzî de li başûrê Sûriyeyê.

Pevçûneke ku hemû sînor şikandin, ne tenê sînorên qanûnê lê sînorên exlaqî, ne exlaqê olî lê exlaqê mirovî û sînorên navneteweyî jî hemû ji aliyê sazûmaniya Îsraîlê ve hatin binpêkirin.

Yekem: Ew şerê navxweyî ku agirê wî ji nişka ve geş bû û aliyekî navneteweyî wergirt, bingeha wî ji ku hat û çawa dest pê kir?

Di 12.07.2025an de, di dema serdana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bo Azerbaycanê, nûnerekî wî li gel berpirsekî Îsraîlê bi amadebûna Amerîkî û Tirkan civiyan. Ew civîna rasterast ji bo danûstandina li ser xalên nakok ên di navbera her du dewletan de bû û wekî destpêkekê ji bo çêkirina pêwendiyên asayî di navbera Şam û Tel Evîvê de bû.

Her wiha, di çarçoveya wan mercan de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser Şer danîbûn, di bedêla rakirina cezayan û jêbirina navê Şer -Colanî- û komên nêzîkî wî ji lîsteya terorê.

Di civînê de li ser komek xalan lihevkirin çêbû, da ku sînorek ji pêwendiyên her du aliyan re bê danîn, heta ku şerekî ku ti aliyek naxwaze, dernekeve; ango sînorê qewareya Îsraîlê parastî be.

Siwêda di navenda wan mijaran de bû ku behsa wan hatibû kirin. Li ser wê yekê li hev kiribûn ku desthilata Sûriyeyê dikare vegere nav parêzgeha Siwêdayê. Yan jî, dibe ku Şer di têgihiştina helwesta nerm a Îsraîliyan li Bakuyê de şaş bûbe.

Ji ber vê yekê jî, dema ku Bedewiyên (Erebên koçer) Siwêdayê welatiyekî Durzî revand û bi Durziyan re ketin nav pevçûnan, hikûmeta Şamê wekî derfetekê li rewşê nêrî û bi piştrastiya encamên civîna Bakuyê, hêzên xwe bi armanca belavkirina desthilata saziyên dewletê li seranserê parêzgehê livandin.

Lê belê, diyar bû ku ew bi şaşî têgihiştibû, lewra rastî bertekeke tund a Îsraîlê hat. Hikûmeta Îsraîlê bi ti cure qanûn û peymanên navneteweyî pabend nebû û bêrêziyeke bêbingeh li hemberî serweriya dewleteke endam di Neteweyên Yekbûyî de kir. Ev sedema rasterast a wî şerî bû, ango civîna Bakuyê li Siwêdayê têk çû.

Ji bo destnîşankirina merem û çavçinokiya qewareya Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, ne tenê di van êrişan de lê di wê siyaseta ku ji roja yekem a hilweşîna Baasê ve meşandiye de, ev in:

- Merema ewlehiya Îsraîlê û dûrxistina komên çekdar ji sînoran e, ne parastina Durziyan.

- Sepandina hebûna xwe wek yek ji dewletên ku divê beşdarî dariştina paşeroja Sûriyeyê bibe.

- Bêparkirina artêşa Sûriyeyê ji her cure çekên giran.

- Avakirina herêmeke bêçekkirî -dûr ji hebûna leşkerî- di nav axa Sûriyeyê de.

- Dagirkirina herêmeke berfireh a başûrê Sûriyeyê ku Durzî tê de bi cih bûne û paşê pêvekirina wê bi Îsraîlê ve wekî Girên Golanê.

Ango, bombebarankirina baregeha Sererkaniya Sûriyeyê ne ji bo xatirê pêkhateyekê bû, bi qasî ku hincet û bihane ne di destê Netanyahu de ji bo rêgirtina li ber rabûna ser pêyan û avakirina dewleta Sûriyeya nû.

Bi taybetî ku ew pêwendiya xirab a di navbera Bedewî (Erebên koçer) û Durziyan de li Siwêdayê, ji aliyê rejîma Beasê ya têkçûyî ve hatiye çêkirin û ne berhema çend mehên borî ye.

Duyem: Dema ku DAIŞ bi gotar û reftarên xwe yên hovane derket holê, wek berhemeke biyanî ya fikr û çanda olî hate meydanê û dewleta xwe ya rêxistinkirî damezrand.

Bi derbasbûna demê û belavbûna dîmenên hovane û xofdar ên ku bi temamî li derveyî hemû nirx, exlaq, prensîb û bingehên Îslamî bûn, wê demê me hemûyan bi yekdengî got, ew têgihiştineke Xewaricî ya Îslamê ye û wêneyekî wê yê tundrew e û nayê qebûlkirin û bi rastî jî wiha ye.

Ji ber vê yekê, diviyabû ew dîroka reş a ku di çend salan de bi dawî hat, wekî ezmûnekê tevger pê re bihata kirin.

Divê bi ti awayî tevgerek neyê kirin ku bêhn û rengê DAIŞê jê bê, bi taybetî ku piraniya wan zanayên Îslamî yên ku rûbirûyî fikra DAIŞê bûn, piştî veqetîna ji Bexdadî û nîşandana rûyekî cuda û nerm, pîrozbahî li Şer' kirin.

Her wiha, ew dîroka xwînavî ya ku Ehmed Şer li gel Bexdadî hebû, û niha jî di şer û nakokiyê de ye li gel bermahiyên koma wî, loma diviyabû ew gelekî cidî bûya di xweparastina ji her kiryar an gotarekê de ku heta di xeyalê de jî îhtimala berawirdkirina wî bi Bexdadî re çêbike. Lê belê, bi awayekî rêjeyî wisa derneket.

Çi di bûyerên peravê de, çi jî di van bûyerên dawî yên Siwêdayê de, bêmoraliyeke mezin li hemberî şêxên olî yên Durzî hate kirin.

Kevneşopiya Îslamê, prensîbên reftara li gel yên cuda, exlaqê pêwîst û pejirandî yê ligel xwedan-fikr û olên cihê, ji bilî rêzgirtinê ne tiştekî din e.

Her tevgereke ku ji her kesî derkeve û di çi pileyê de be, heke sînorê rêz û prensîbên exlaqî derbas bike, ew li dijî Îslamê tevgeriyaye, bila şaşika wî 10 metreyan dirêj be jî. Di Îslamê de pîvan, ne kes in, lê belê metinên Xwedayî ne.

Kurkirina simbêl û rihên xort û şêxên olî yên Durzî, cihê nefretlêkirin û şermezarkirinê ye. Divê ev yek wek ezmûnekê be. Bila kelecan nebe sedema xwedîlêderketina Şer an kesekî din.

Guhertina di fikrê de ne wer hêsan e, yên ku ehlê fikrê ne ji vê yekê têdigihîjin. Ezmûn li ber çavan in ku tundrew carinan digihîjin bêdîniyê; ji tundrewiya olî ber bi lûtkeya bêdîniyê ve diçin.

Siyaset bêewle ye. Bûyerên ku bi darê zorê û neçariyê hin hevkêşe û prensîbên siyasetmedaran diguherînin, pêşwext nayên xeyalkirin.

Ez dixwazim bibêjim, "Bila duayên qenc û xêrê bên kirin, dûrî xwedîlêderketinê. Ji ber ku dema siyaset û fikr tevlihev dibin, ku qet ji hev nayên veqetandin, wê demê helwest li gorî gotin û daxuyaniyên medyayê nayê girtin. Her wiha, pêdivî bi derbasbûna demê heye; ev yek aqilmendiyê dixwaze ku mirov gav bi gav û hêdîka helwestê nîşan bide."

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmed Salih Bedirxan

Cemal Nebez: Mîmarê ziman, zanîn û bîra neteweyî

Qonaxa jiyana Nebez li Ewropayê û ezmûna dîasporayê, "dûrahiyeke entelektuel" a pêwîst pêşkêşî wî kir.