Ber bi nexşerêyeke nû bo Korya û Kurdistanê di serdema xumamî ya koronayê de

21-09-2020
Choi Kwang-Jin
Nîşan Korya Başûr Kurdistan
A+ A-

Sala 2004an, 3000 leşker bi 5 hezar ton kelûpel, 13 000 kîlometr ji Koryayê di erd, ezman û avê de birîn û serencam Tîpa Zeytûn li vir (li Hewlêrê) bi cih bû. Ev ji bo piştevaniya aborî û dubare avakirina Kurdistanê bû di warên perwerde, tendirustî, çareseriya pizîşkî, pêşxistina şiyanan û avakirina xizemtguzariyan…hwd. Kurdan jî pêşwaziya Zeytûna korî kir û wek diyariya Xwedê hejmart.

Ji wê çaxê ve hikûmeta Korya, Tîpa Zeytûn û KOICA bi awayekî serketî karên pir giring encam dane. Wek: Avakirina 54 nexweşxaneyan, nexweşxaneya Zeytûn, kitêbxaneya Zeytûn, akademiya Kurdistan bo kargêriya giştî û damezrandina sîstema kirîna elektronî, dabînkirina pêdiviyên pizîşkî bo penaberan, rahênana bêtirî 1500 karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê li Koryayê, herwiha hevkariya kelûpelan bi tibaba bêtirî 60 milyon dolarî…hwd. Hevdem hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiya hevbeş ji bo pêşxistina têkiliyên me pêşkêş kir.

Carekê, serokê berê rêzdar Mesûd Barzanî amaje pê kir ku “Ti dostekî me nîne ji bilî çiya û Koryayê.”

Par me bîranîna 15-saliya têkiliya navbera Korya û Kurdistanê pîroz kir û bi vê helkeftê me aheng li dar xist. Herwiha şanderê taybet ê serokê Koryayê serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî civiya û şanda Perlemana Kurdistanê serdana Koryayê kir û ligel serokê civata niştimanî ya Koryayê civiya û her di wê salê de yekemîn rêwresm bi boneya roja niştimanî ya Koryayê li fermandeyiya zêrevanî hat encamdan…hwd.

Îsal 2020, dibe yekemîn sala gereke din a 15-saliya têkiliyên Korya û Kurdistanê.

Ev gera têkiliyên me hilgira maneyekê bû ku vê carê em giyanê pêşxistina têkiliyên xwe biparêzin, bi awayekî ku berhemdartir bin û berê wan ji ezmûna 15 salên me yên borî zêdetir li siberojê be.

Bi vekirina rûpeleke nû ya têkiliyên me yên dualî re, mixabin ku webaya korona belav bûye û vîrûs li her derê heye, li Korya û Kurdistanê jî. Belavbûna vîrûsa korona hemû nerîtên berê serobin kir, nemaze di warê têkiliyên navneteweyî de.

Nêrîngeha berfireh bo siberoja têkiliyên Korya û Kurdistanê di vê serdema tarî ya koronayê de, tûşî qeyranên nû bû û ket nav gergerînoka qedexeya çûnûhatinê û qeyranên li pey hev, moşekbaran û bilindbûna rêjeya pêketî û miriyan.

Herwek çawa piştî janeke dirêj a zivistanê, laleyên sor dipişkivin, bi vî awayî divê em qeyranan jî derbas bikin da ji bona siberoja Korya û Kurdistanê şûnpî li ser wê rêyê biteyisin ku ti kes di ser wan re nemeşiyaye.

Ji bextê çê, Korya karî bê sepandina qedexeya çûnûhatinê, çîroka serketinê li ser koronayê nîşan bide. Ev serketin bi ramana afirîner bû bi pişt-girêdana bi teknolojiya agahiyan, wek bingeha testa li otomobîlê Drive Through, nerme berhema şûnpiyê hilgirtina kesên berkeftî. Herwiha bi hevgirtina xelk û hikûmetê pêk hat, bi rêya sê T-iyan ku ji test, şûnpêhilgirtin û çareserkirinê pêk tên ku ev ji yên yekem bibandortir bû.

Serok Moon Jae-in li kombenda civata tendirustî ya cîhanî roja 18ê gulanê ragihand ku Korya tibaba 100 milyon dolaran ji bo bersivdana daxwazên welatên cîhanê terxan dike. Heya niha, Korya hevkariyên mirovî pêşkêşî 100 welatan kir da di kontrolkirina belavbûna vîrûsa koronayê de alîkariya wan bike.

Wek eşkere ye, konsulxaneya Korya ji bo nizmkirina asta korona li Kurdistanê ji nêzîk ve ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike. Van hewldanan xwe di çend çalakiyan de şênber kir wek di tebaxê de hikûmeta Korya kîtên testa korona bi bihayê 400 hezar dolarî ji Herêma Kurdistanê re dabîn kirin. KOICA selikên hevkariyê li ser penaber û kesên motac ên Kurdistanê dabeş kir û oda testa li otomobîlê Drive Through bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dabîn kir. Şîrketa hesin a korî, POSCO hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dabînkirina kîtên testa koronayê kir. Ji bilî van hikûmeta Koryayê çend derfet peyda kirin bo beşdariya di webinara taybet bi ezmûna Korya û dersên ku jê tên wergirtin derbarê kontrolkirina serketî ya vîrûsa koronayê de.

Hikûmeta Korya biryar da bi tibaba 300 hezar dolarî hevkariya kelûpelan pêşkêşî koçber û penaberên Herêma Kurdistanê bike.

Wek di medyayê de jî hat weşandin, şîrketa POSCO rêwresmeke hêja encam da di tîrmehê de, bi boneya temamkirina îstgeha elektrîka Xebat ku bû sedema zêdebûna berhema elektrîka Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 100.

Bi giştî hat îzbatkirin ku vîrûsa korona nebû kelem li ber xurtkirina têkiliyên Korya û Herêma Kurdistanê. Lê belê derfetên pêk ve karkirina bêtir danîn ber me wek di qeyranan de.

Niha dem hatiye Korya û Kurdistan dest di nav dest de li kêleka hev rawestin û bi hev re rûbirûyî vîrûsa koronayê bibin û hevahengiya xwe kûrtir û berfirehtir bikin ji bo bidestxistina armanca hevbeş ango siberojeke baştir bo têkiliyên Korya û Kurdistanê.

Lewma jî konsulxaneya Korya bi niyet e duyemîn merasîma roja niştimanî ya Koryayê encam bide, ku yekemîn merasîma bi vî awayî dibe di vê demê de li Kurdistanê û bi encamdana vê bîranînê bi awayê ji otomobîlê Drive In û dibe xwediyê şêwazeke nû û afirîner li ser asta cîhanê.

Di heman demê de, ji bo damezrandina bingeha pevguhertina navbera xelkê û têgihiştina dualî li ser çanda hev, konsulxaneya Korya (Festîvala Hefteya Korî) encam dide ku ji çend çalakiyên online pêk tê. Wek, qehremaniya cama konsulê giştî ya taekwondo di 24ê cotmehê de, pêşbaziya behreya korî di 17ê cotmehê de, herwiha pêşbaziya zimanê korî bi online û festîvala fîlman bi şêweyê ji otomobîlê (Drive In).

Vîrûsa korona, Korya û Kurdistanê ji bûna du hevrêyên îzole û goşegîr bêtir, me ber bi du hevbeşan ve dibe. Êdî roja ku li ser Sefîn hiltê, nabe wek a duh be.

*Konsulê Korya Başûr li Herêma Kurdistanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmed Salih Bedirxan

Cemal Nebez: Mîmarê ziman, zanîn û bîra neteweyî

Qonaxa jiyana Nebez li Ewropayê û ezmûna dîasporayê, "dûrahiyeke entelektuel" a pêwîst pêşkêşî wî kir.