Piştî hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê, pêkanîna hikûmetê û temamkirina pêkhateya parlamentoyê, dema wê yekê hatiye ku pêngava piştî wê bê avêtin, ew jî temamkirin û xurtkirina sîstema desthilatdariyê, bi pêkanîna civateke hevterîb li gel parlamentoyê. Ezmûna sîh salên bigorî nîşan dide, ku ji bo qonaxa bê, damezrandina civateke wisa, yek ji pêwîstiyan e.
Berî raperînê (serhildana Başûrê Kurdistanê), Bereya Kurdistanî hat avakirin, dema serhildan hat kirin, ew bere tenê rola serpireştîkirina serhildanê nedît, lê belê ji bo danûstandinên li gel Bexdayê û gihandina dengên Kurdistanê bi navendên mirovî û dîplomatîk ên cîhanê bû levegera xelkê Kurdistanê. Her wê lêveger jî li Kurdistanê hilbijartin pêk anî û yekemîn parlamento û hikûmet li Herêma Kurdistanê damezrand. Her heman bereyê, pêşniyara Federaliyê jî kir, ji bo çareserkirina kêşeyên Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê.
Piştî avakirina wan saziyên sivîl û şaristanî, Bereya Kurdistanî nema. Paş nemana Bereyê jî, Kurdistan tûşî şerekî xwekujiyê bû , encama wê jî çêbûna du rêveberiyên cuda li Herêma Kurdistanê bû û heta niha jî di pratîkê de maye û tenê bi gotin nemaye.
Di salên bihorî de, gelek rewş hatine pêş ku pêwîst dikir, lêvegerek li jor parlamentoyê û hikûmetê hebe û pirsan yekalî bike. Damezrandina saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê û posta Serokê Herêma Kurdistanê, beşeke zêde ya wê kêmasiyê çareser kir, lê belê derket hole ku hêj sirûşta xelkê Kurdistanê, pêwîstî bi dubarekirina mînakeke hevşêweya Bereya Kurdistanî ye, daku xelkê Kurdistanê tevî hemû cudahiyên xwe, wek lêvegerekê lê binêrin. Di Beeya Kurdistanî de, kesayetên bi bandor ên hemû aprtiyan cih girtibûn, û her biryarek ku dihate dayîn, bi rêkeftina navbera biryarderên partiyên bihêz derdiket.
Heman mînak di dema referandumê de jî dubare bû, dema ku ew encûmena siyasî ya wê demê hat damezrandin, ku biryar ji aliyê wê ve dihatin dayîn, tevî ku hin serkirdeyên hin partiyan bi biryaran razî nebûn jî, lê belê bi rûyê xwe yê baş û xirab û encamên piştî biryarên wê, ew encûmena siyasî lêveger bû.
Kêşeyeke din ku dibe sedem Kurdistanê pêwîstî bi wê civatê hebe, ew e ku hilbijartina parlamenteran bi awyekî rasterast ji nav xelkê wiha kiriye ku asta piraniya parlamenteran nizim bibe. Ew yek jî dibe sedem ku di yasadanîn û biryardana li ser mijarên çarenivîssaz ên Kurdistanê de, hertim ew metirsî hebe ku parlamento biryara şaş bide.
Tevî wan tiştan, pirsgirêkeke din jî heye û ew jî meseleya garantîkirina beşdariya nûnerên pêkhate, navçeyên cuda û texên nav civakê di desthilatdariyê de û bi taybet jî di yasadanînê de ye. Wek mînak, Êzidî, Kakeyî, Krîstiyan, Ermenî, kesûkarên Enfalkiriyan, Tirkmen û Ereb, Şîeyên Kurdistanê û gelek pêkhateyên din , tenê bi kursiyeke kota nûneratiya wan nayê kirin. Mafê wan e jî ku hest bi kêfxweşiyê bikin, ku ew jî di desthilatdariya welatê xwe, Kurdistanê de beşdar in.
Hemû sîstemên demokrat ên cîhanê, xwediyê vê civatê ne û piraniya wna jî jê re dibêjin, Senat. Li her welatekî jî bi awayekê ye. Wek mînak, ya Amerîka gelek ji ya Almanya, yan Holanda yan jî Fransayê cuda ye. Li piraniya welatên ku federalî ne, her wîlayetekê jî senatoya xwe heye û ti kêşeyeke wê yekê li gel sîstema federalî nîne, lewma Kurdistanê jî pêwîstî bi wê yekê heye, ku hikûmete wê ya çalak hebe, Parlamentoyek hebe ku çavdêriya hikûmeta wê bike û li ser yasayên nû bixebite, lê belê pêwîst bi serokekî Herêma Kurdistanê jî heye ku çavdêriya karê hemû saziyên hikûemtê bike û ji bo wê yekê jî, senatoyeke tijî xelkê ezmûndar û şareza piştgiriya wî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse