Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kifriyê ya Silêmaniyê, xortek piştî ku dilê wî sekinî, bi midaxeleya tîmên tenduristiyê piştî 20 xulekan vegeriya jiyanê.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Tenduristiyê ya Germiyanê, bûyer 30ê Hezîranê li Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Şehîd Xalid Germiyanî rû da.
Xortê ku li ser kar elektrikê ew girtibû krîza dil kir.
Midaxeleya yekem ji aliyê karmendên nexweşxaneyê ve hat kirin.
Li nexweşxaneyê 20 xulekan masaja dil (CPR) hat kirin û 3 caran "şoka elektrîkê" (DC shock) danê.
Tîmên ku di tevahiya pêvajoyê de dev jê bernedan, di dawiyê de karîn ku dilê wî ji nû ve bidin xebitandin.
Birêvebirê Nexweşxaneyê Dr. Saman Sertîb ji Rûdawê re axivî û got:
"Piştî bûyerê, tîma me ya tenduristiyê nexweş bi ambulansê şand nexweşxaneya bajêr a Silêmaniyê.
Îro nexweşê me baş bûye û bi awayekî tendurist vegeriyaye nav malbata xwe."
Dr. Saman Sertîb her wiha da zanîn ku tîmên beşa lezgîn her roj rûbirûyî gelek bûyerên man û nemanê dibin û bangî welatiyan kir ku ji serlêdanên nepêwîst ên ji bo beşa lezgîn dûr bikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse