Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku angaşta "fîltreyên çixareyan metirsiyê kêm dikin" ne rast e û tenê "dek û dolabeke bazirganî ye."
Daxuyaniyeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dide xuyakirin ku çixare çi bi fîltre û çi bê fîltre be her zerer e û tewr fîltre xwesteka vexwarina çixareyê zêde dike û devjêberdanê jî zehmettir dike.
Pisporên WHOyê teqeziyê li wê yekê dikin ku bi lêkolînan hatiye îsbatkirin ku ew fîltre ji bo tûşbûna bi penceşêra pişikê rê xweş dikin û ti bandora wan a li ser kêmkirina xisarên tûtin û madeyên ziyandar ên di nava çixareyê de nîne.
Projeya Antitobaccoyê
Projeya “Antitobacco”yê sala 2017an dest pê kir, heta sala 2020î nêzîkî 40 hezar kesî ji cih û welatên cuda beşdar bûn.
Tenê îsal nêzîkî 15 hezar kesan beşdar in, 2889 kes ji wan bi awayekî serkeftî ji testan derbas bûne û navê 100 kesî jî ketiye nav pişkê.
Armanca Projeya Antitobaccoyê dûrxistina welatiyan e ji kişandina çixare û nêrgêleyê.
Her wiha armanc afirandina nifşekî dûrî çixare ye.
Heta niha beşeke zêde ya welatiyan bi rêya projeyê bi awayekî serkeftî dev ji çixareyê berdaye û niha di rewşeke tenduristiyê ya baş de û dûrî dûmana çixareyê dijîn.
Di dema borî de sê salan li pey hev, ji 2017an heta 2020an, Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekem medyaya li cîhanê kampanyaya Antitobaccoyê bi awayekî serkeftî bi rê ve bir.
Di wan sê salan de nêzîkî 40 hezar kesî ji hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên li derveyî welat jî beşdarî bûn û wan dev ji tûtinê berda.
Geylan Mihemed yek ji beşdarên Antitobaccoyê bû, di kampanyaya îsal de dev ji tûtinê berda û otomobîlek bû pişka wî.
Ew xelkê gundê Lacanê yê li derdora Hewlêrê ye û 30 salî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse