Rewşa nexweşên penceşêrê li Efrînê gelekî xirab e

04-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Hinek ji wan ji ber giraniya nexweşiya xwe nikarin ji erdê rabin
Hinek ji wan ji ber giraniya nexweşiya xwe nikarin ji erdê rabin
Nîşan Efrîn Nexweşî Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa  nexweşên penceşêrê li navçeya Cindrêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê xirab e.

Bi ser hejarî, astengî û xirabiya rewşa Efrîn û herêma wê, nexweşiyên giran jî jiyana xelkê xistiye jêr metirsî û zehmetiyên mezin.

Jina Kurd a xelka Cindirêsê Tolîn Ismet Omer, tûşî penceşêrê bûye û ji bo çareseriya tenduristiya wê berdewam bike, pêwîstiya wê bi alîkariyê heye.

Tolîn bi rêya Rûdawê banga xwe digihîne xêrxwazan û rêxistinên mirovî da jê re bibin alîkar. bin.

Tûşbûya penceşêrê Tolîn Ismet Omer got, “Nexweşiya penceşêrê bi min re heye, kes alîkariya me nake. Ev çar sal in ez li Heleb û Şamê diçim nexweşxaneyan. Niha tiştekî me nemaye û pêwîstiya me bi alîkariyê heye.”

Ferîd Osoyê 28 salî jî ji gundê Çeqela Cûmê yê nahiyeya Cindirêsê ye û ew jî tûşî penceşêra mejî bûye.

Ferîd Oso jî ji bo êş û azarên wî kêm bibin û çareseriya tenduristî wergire, çaverêyî kes û rêxistinên xêrxwaz e ku alîkariya wê bikin.

Li gorî zanyariyên berdest, li herêma Efrînê zêdeyî  100 nexweşên penceşêrê hene û piraniya wan jî bi sedema hejariyê û aloziya rewşê, nikarin çareseriya xwe ya tendirustî wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst