Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşk û xwendekarê nexweşî û neştergeriyên qirik, poz û guh ronî dike ku pitik dema di zikê dayîka xwe de ye û ji dayîk nebûye, dikare guh bide dengan û ev yek hem ji aliyê zanistî û hem jî ji aliyê dînî ve hatiye selimandin.
Bijîşk û xwendekarê nexweşî û neştergeriyên qirik, poz û guh Şaho Hewêzî ji Rûdawê re ragihand:
“Li gel pisporiya xwe, min xwest ez rastiyekê eşkere bikim ku hem ji aliyê dînî ve rast e û hem jî di zanista bijîşkiyê de behsa wê hatiye kirin.”
Şaho Hewêzî ji bo selimandina gotina xwe ku “pitik ji aliyê dînî û zanistî ve berî ku bibînin, dibihîzin” behsa van xalên li jêr kir:
1- Di pirtûkên zanista bijîşkiyê de hatiye nivîsandin ku 3 hestiyên guhê hundir (ear ossicles) ku hestiyên herî biçûk ên laşê mirovan in, di meha çarem a pitikiyê de û di navbera hefteyên 15 û 20an de pêvajoya çêbûna hestiyan temam dikin. Ev yek wekî “hestiyên yekem ên laşê mirovan ku vê pêvajoyê temam dikin” tê zanîn.
2- Her di heman pirtûkê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku organa lûl (cochlea) organa sereke ya bihîstinê ya di nava guhê hundir de ye, di hefteya 20emîn a ducaniyê de çêdibe û pitik dikare guh bide dengên ji cîhana derve.
3- Li cihekî din û di pirtûkeke din a zanista bijîşkiyê de behsa çêbûna çav û hesta dîtinê dike û amaje bi wê yekê tê kirin ku pitik cara yekem di 27-31 hefteyî yê ducaniyê de çavên xwe vedike û bîbikên çavan teng û fireh dibin û ronahiyê nas dikin.
4- Di Quranê de li gelek cihan hatiye gotin ku “bihîstin berî dîtinê hatiye afirandin” wekî ku di Sureya Nehlê, ayeta 78an de hatiye gotin: {وَٱللَّهُ أَخْرَجَكُم مِنْ بُطُونِ أُمَّهَٰتِكُمْ لَا تَعْلَمُونَ شَيْئَا وَجَعَلَ لَكُمُ السَّمْعَ وَٱلْأَبْصَرَ وَٱلْأَفئدَةَ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ} (Xwedê we ji zikê dayîkên we derxist ku we tiştek nedizanî û ji we re bihîstin, dîtin û dil çêkir da ku hûn şikir bikin). Em dibînin ku peyva (sem/bihîstin) berî peyva (ebser/dîtin) hatiye nivîsandin.
Şaho Hewêzî ji bo çavkaniya gotinên xwe amaje bi van jêderan kir:
Quran
Pirtûka zanistî ya Bijîşkiyê Nexweşî û Neştergeriya Qirik, Poz û Guh-Sakshi Arora Hans
Pirtûka zanistî ya Çêbûn û Geşbûna Pitikiyê
Embryology - Moore, Persaud & Torchia
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse