Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku li cîhanê herî zêde Ewropayî alkolê vedixwin û hişyarî da ku vexwarina alkolê dibe sedema penceşêrê.
WHOyê diyar kir ku alkol li Ewropayê bûye yek ji sedemên sereke yên penceşêrê.
Li gorî WHOyê, tundkirina yasayên alkolê dê "karê herî baş" be ku dewletên Ewropayî dikarin bikin.
WHOyê doh Rapora Nû ya Rûbirûbûna Penceşêrê belav kir.
Di raporê de hat gotin ku li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) alkol sala 2020î bûye sedema 111 hezar û 300 bûyerên nû yên penceşêrê.
Li gorî WHOyê, heman salê 93 hezar nexweşên penceşêrê yên ji ber alkolê mirine û ji sedî 70yê nexweşan mêr bûn.
"Kêmkirina alkolê tê wateya kêmkirina penceşêrê"
WHOyê ji bo çareseriyê çend pêşniyar pêşkêşî rayedarên Ewropayê kirin.
Li gorî WHOyê, zêdekirina baca alkolê, sînordarkirina firotinê û qedexekirina reklaman dê vexwarina alkolê kêm bike.
WHO dibêje kêmkirina alkolê dê metirsiya penceşêrê jî kêm bike.
“Ewropa bedeleke gelekî giran dide”
Birêvebirê Xweparastin û Pêşxistinê yê WHOyê Dr. Gundo Weiler got, “Herêma Ewropayê ji ber alkolê bedeleke gelekî giran dide ku dikarîbû rê li ber bigirta.”
Dr. Gundo Weiler da zanîn ku zerera alkolê ne tenê tenduristî ye, her wiha dibe sedema belavbûna malbatan û bi milyaran zererê digihîne kesên ku bacan didin.
Li gorî WHOyê, mesrefa mirinên ji ber penceşêra girêdayî alkolê li Ewropayê sala 2018an gihîştiye 4,48 milyar euroyan.
Li gorî amarên sala 2019an, li Ewropayê 470 milyon bikarhênerên alkolê hebûn.
Mêr salane çar qat zêdetir (14,9 lître) ji jinan alkolê vedixwin.
Sala 2020î hêrî zêde li Almanya, Fransa, Spanya û Îtalya alkol hatiye vexwarin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse