Hewlêr (Rûdaw) - Gotegota ku dibêje pisîk “9 canî ne” ne rast e, pisîk jî wekî her zindiyekî din dikarin bimirin.
Lê belê ji ber avaniya laşê wan a nerm û refleksên wan ên bilez, şansê wan ê jiyanê zêdetir e.
Li gorî pisporan, ev rewş bûye sedem ku ew bi rengê "Pisîk 9 canî ne" bên dîtin.
Çima dema pisîk ji bilindahiyê dikevin namirin?
Pispor sedema ku pisîk ji ketina ji cihên bilind bi saxî difilitin, bi avahiya laşê wan a taybet û refleksên wan ên bilez ve girê didin.
Leza herî zêde ya ku laş dikare bigihêjiyê, ew xal e ku giraniya laş digihîje berxwedana hewayê û lez disekine.
Dema leza wan disekine, pisîk masûlkeyên xwe şist dikin û mîna ku bi paraşûtê dakevin, xwe datînin erdê.
Nermbûna laş û şiyana belavbûna masûlkeyan di dema sistbûnê de, di pisîkan de bandoreke mîna paraşûtê çêdike.
Di dîroka cîhanê de gelek qeydên li ser pisîkên ku ji qatên pir bilind ketine û nemirine hene.
Qeydek heye ku tê de pisîkek ji qata 46an ketiye û sax maye.
Her wiha di ceribandinekê de, pisîkek ji balafireke ku 244 metreyan bilind bûye hatiye avêtin û bi saxî daketiye erdê.
Rojnameyeke Amerîkayê sala 1987an 132 bûyerên pisîkên ku li New Yorkê ji qatên pir bilind ketibûn lêkolîn kirin.
Pisîk çi qasî ji bilindtir bikeve, şansê wê yê jiyanê ew qasî zêde dibe
Di wê lêkolînê de hat dîtin ku her çend pisîk bi giranî birîndar bûbûn jî ji sedî 90ê wan sax mabûn.
Di amaran de hat dîtin ku heta qata heftemîn li gorî bilindbûna ketinê, birîn zêde dibin.
Lê ji qata heftemîn û bilindtir, birînên serî kêm bûne.
Yanî pisîk çi qasî ji bilindtir bikeve, şansê wê yê jiyanê ew qasî zêde dibe.
Heta ku oksîjena wê têrê bike, bilindahî ji bo pisîkê zêde ferq nake.
Sedemên Mirina Pisîkan:
Nexweşî: Pisîk dikarin bi nexweşiyên vîrusan (wekî AIDS, losemî, FIP), nexweşiyên gurçikan û enfeksiyonên rêyên nefesê bikevin û ev dibe sedema mirina wan.
Pîrbûn: Ji bo pisîkên pîr nexweşiyên girêdayî temen ên wekî têkçûna endamên laş û penceşêrê di nav sedemên mirinê de ne.
Qeza: Pisîk di encama qezayên wekî ketina ji bilindahiyê, qezayên trafîkê û jehrîbûnê de jî dikarin bimirin.
Mirina Ji Nişka ve: Di rewşên kêm de, ji ber sedemên wekî pirsgirêkên dil-nefesê yan nexweşiyên mêjî, mirina ji nişka ve ya pisîkan çêdibe.
“Pisîk 9 canî ne”
Efsaneya ku dibêje pisîk "Pisîk 9 canî ne" ji ber avaniya laşê wan a nerm, refleksên bilez û şiyana wan a ku heta di rewşa ketina ji cihên bilind de jî rizgar dibin derketiye holê.
Her çend ev taybetî şansê jiyanê yê pisîkan zêde dikin jî ew jî wekî her zindiyekî dikarin bimirin.
Pisîka ku li ber mirinê ye çawa tevdigere?
Pisîkeke ku li ber mirinê ye, dibe ku nîşanên wekî bêhêzî, nexwarina xwarinê, xweîzolekirin û zehmetiya di nefesê de nîşan bide.
Dema ku hûn van nîşanan bibînin girîng e ku hûn bi beytarekî bişêwirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse