Li Rojavayê Kurdistanê 31 kes bi Coronayê ketin

20-09-2020
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Desteya Tendirustiya Rojavayê Kurdistanê Coronavirus Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 31 kes bi Coronayê ketin û 6 kes jî baş bûn. Ti haleteke mirina bi Coronayê jî nehat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belavkirin.

Ciwan Mistefa aşkere kir ku di dawîn 24 demjimêran de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 31 pêketiyên nû yên Coronayê hatine tomarkirin ku 22 zilam û 9 jin in û 9 Hesekê, 8 Qamişlo, 2 Girkê legê, 4 Dêrîkê, 3 Tirbesipiyê, 3 Tiltemriê, 1 Çil Axa û 1 jî li Şehbayê ye.

Hevserokê Desteya Tendirustî diyar kir ku di heyama rojekê de ti halteke mirina bi Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser nehatine tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha ragihand ku 6 nexweşên Coronayê jî piştî wergirtina çareseriyê rewşa wan bi temamî asayî bûye.

Li gel dawîn amaran heta niha li Rojavayê Kurdistanê 11251 kes tûşî Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 52 kesan canê xwe ji dest dane û 334 kes jî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / megaflopp – stock.adobe.com

LÊKOLÎN - Bêhna tir û fisên jinan genîtir e

Dema we ev sernav dît dibe ku hûn şaş bûbin çimkî gelek kes dibêjin qey ji xwe ba ji ber jinan naçe (jin tir û fisan nakin), nexasim jî ku ew evîndarê jineke spehî bin lê lêkolîn tiştekî cuda dibêjin