Bihayê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê hat zêdekirin

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Sotemenî Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro nirxê Benzîn, Mazot û Gaza Malan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser hatin zêdekirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro Rêveberiya Sotemeniyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê xwedanên benzînxaneyan aghadar kirine ku dê nirxê sotemeniyê bê guhertin û ji ber wê yekê jî heta nîvro gelek banzînxaneyan sotemenî nedifirotin.

Piştre Rêveberiya Sotemeniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve lîsteya nirxên nû ji bo benzînxaneyan şandiye û ji wan xwestiye ku li gor nirxên nû sotemeniyê bifiroşin.

Li gor lîsteya nû, bihayê corên sotemeniyê li navçeyên Rêveberiya Xweser bi vî awayî ye:

- Lîtra Mazota ku bi 425 Lîreyên Sûrî bû dibe 525 Lîreyên Sûrî

- Lîtra Mazota germkirinê ji 150 Lîreyên Sûrî dibe 325 Lîreyên Sûrî

- Lîtra Mazota Azad ji 1.200 Lîreyên Sûrî dibe 1.700 Lîreyên Sûrî

- Lîtra Benzîna Super ji 225 Lîreyên Sûrî bû 425 Lîreyên Sûrî

- Lîtra Benzîna Azad ji 1250 Lîreyên Sûrî bû 1700 Lîreyên Sûrî

- Bihayê cerek (tupek) gaza malan ji 7.500 Lîreyên Sûrî bû 10,000 Lîreyên Sûrî

Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên têkildar hêj derbarê zêdekirina bihayê sotemeniyê de ti daxuyaniyên fermî nedane.

Lê belê çavkaniyên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re piştrast kirin ku ji îro ve corên sotemeniyê û gaza malan li navçeyên Rêveberiya Xweser li gor bihayê nû hatine firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst