Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînan, bi îhtimaleke mezin her kes di dema pîr û kalbûnê de bi kêmanî bi nexweşiyekê yan jî nerihetiyeke berdewam a laş dikeve lê lêkoler bawer dikin ku ev yek ji bo her kesî ne rast e û ciwan dikarin bi çend teknîkan pîrbûneke tendurist bijîn.
Serokê Enstîtuya Buckê Eric Verdin got:
"Li gorî wan rastiyên zanistî yên ku em dizanin, eger xelk bixwaze û çaverê bike ku heta 90 û 95 saliyê bijî, divê şêwazê jiyanê rêkûpêk be."
Eric Verdin diyar kir ku mirovên niha wê mercê bi cih nayînin ku bigihêjin ser 70 saliyê û nexweş nekevin.
Li gorî Enstîtuya Buckê, 30 sal ên herî girîng ên ji bo bihêzkirina girseyên hestiyan, masûlke û hêzê.
Ev jî bi rêkûpêkkirina xew û xwarinê û li gel baştirkirina şêwaza jiyanê pêk tê.
Pisporê Fîzyolojiyê yê Mayo Clinicê Joao Passosê da zanîn:
“30 salên destpêkê reftarên xweragir ên demdirêj çêdikin ku di dirêjahiya temen û piştî pîrbûnê de jî bandora wan dê her hebe.”
Di 30 saliyê de ev merc têne pêşniyarkirin ku pîrbûneke tendurist hebe:
- Di danên xwarinê de giringiyê bidin sebze û fêkiyan.
- Rojiya bi navber (intermittent fasting) bigirin, bi awayekî ku 8 demjimêran asayî ye xwarin bê xwarin û 16 demjimêran bi rojî bin, ev jî heftane 5 rojan tê kirin.
- Xeweke we ya rêkûpêk hebe û bi kêmanî 6-8 demjimêran razên.
- Rojane nêzîkî 2,5 lîtreyan avê vexwin.
- Xwarinên proteînî yên wekî masî, goştê sor, goştê mirîşkan, hêk, tovê ketenan û garisan bixwin.
- Şekir, rûn, xwarinên bilez (fast food) û amadekirî nexwin.
- Ji alkol, vexwarinên enerjiyê û gazî dûr bikevin.
- Ji cixare, vape û nargîleyê dûr bikevin.
- Rojane bi kêmanî 30 xulekan werzişê bikin, bi taybetî werzişên kardiyoyê yên wekî ajotina duçerxeyan, bezîn, avjenî, werîsbazî, dans, çiyagerî û gelekên din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse