Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Nîjeryayê hejmara kesên ji ber Taya Lassayê ya ku ji ajelan derbasî mirovan dibe mirine derketiye 151ê.
Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Nîjeryayê hişyarî da xelkê ku Taya Lassayê ji meha kanûna paşîn ve zêde dibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 1ê Kanûna Paşîn ve li welêt 800 pêketiyên Taya Lassayê hatine tomarkirin û hejmara kesên ji ber vîrusa Lassayê mirine derketiye 151ê.
Hat diyarkirin ku rêjeya mirinê ya ji ber Taya Lassayê ku par di heman demê de ji sedî 17,3 bû, îsal derketiye ji sedî 18,9an.
Par li seranserê welêt ji ber vîrusa Lassayê 190 kes miribûn.
Hikûmeta Nîjeryayê 23yê Kanûna Paşîn a 2019an ji ber Taya Lassayê rewşa awarte ragihandibû.
Taya Lassayê li gelek welatên Afrîkayê yên wekî Malî, Togo, Gana, Lîberya û Sierra Leoneyê tê dîtin.
Cara yekem sala 1969an li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê hatibû tomarkirin.
Nexweşiya ku bi rêya temasa bi destava mezin a mişkan derbas dibe, dikare ji mirovekî derbasî mirovekî din bibe û dibe sedema tayeke xwînî ya kujende.
Rayedar hişyariyê didin xelkê ku xwe ji temas û têkiliya bi mişk û kojerên din re biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse