Amarên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê: 254 tûşbûn, 6 mirin

31-10-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Coronavirus Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand ku, 254 bi coronayê ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê Ciwan Mistafa, dawîn amarên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Ciwan Mistafa diyar kir ku di heyama 24 demjimêran de 254 pêketiyên nû hatine tomarkirin ku, 142  jê mêr û 112 jin in û pêketiyên nû, 27 jê li Hesekê, 12 li Qamişlo, 28 li Dêrîkê, 6 li Girkê Legê, 1 li Rimêlanê, 2 li Tirbespiyê, 3 li Amûdê, 1 li Dirbêsiyê, 56 li Kobanî, 42 li Reqeyê, 32 li Minbicê, 37 li Tabqayê û 6 li Dêrezorê ne.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê amaje bi wê yekê jî kir ku, 3 pêketiyên berê jî ji wê vîrusê başbûne.

Li gor amarên desteya Tendirustiyê, heta niha li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de, 4 hezar 604 kes bi Coronayê ketine û ji wê hêjmarê 125 kesan canê xwe ji dest dane û 707 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / megaflopp – stock.adobe.com

LÊKOLÎN - Bêhna tir û fisên jinan genîtir e

Dema we ev sernav dît dibe ku hûn şaş bûbin çimkî gelek kes dibêjin qey ji xwe ba ji ber jinan naçe (jin tir û fisan nakin), nexasim jî ku ew evîndarê jineke spehî bin lê lêkolîn tiştekî cuda dibêjin