Nahît Eren li ser pêşniyara Demîrtaş a maça bi Trabzonsporê re axivî

02-11-2025
RÛDAW
Nîşan Trabzonspor Amedspor Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser pêşniyara Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a maçeke di navbera Amedspor û Trabzonsporê de got, "Amedspor her tim amade."

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji bo malpera T24ê gotarek nivîsandibû û di nav pêşniyarên xwe de behsa maçeke biratiyê ya di navbera Amedspor û Trabzonsporê de kiribû.

Demîrtaş pêşniyar kiribû ku li Amedê di navbera Amedspor û Trabzonsporê de maçeke dostaniyê were organîzekirin û gotibû:

“Xwezî li Amedê di navbera Amedspor û Trabzonsporê de maçeke biratiyê bihata organîzekirin.

Bila hemû Amed bi alayên Trabzonspor û Amedsporê bihata xemilandin.

Bila birayên me yên ji Behra Reş bihatana li malên Amediyan bûbûna mêvan û bi hev re biçûna stadyumê û li maçê temaşe bikirana.

Bila Vanspor jî bi heman awayî bûbûya mêvanê Kayserisporê û birayên me yên Kurd biherikîna Qeyseriyê û li malan bûbûna mêvan."

Serokê Amedsporê Nahît Eren ji Amida Haberê re axivî û diyar kir ku eger ew maç dê alîkariyê bide pêvajoyê, ew amade ne.

“Amedspor xwedî vê hêz û potansiyelê ye”

Nahît Eren li ser mijarê wiha axivî:

“Helbet em ji bo hemû organîzasyonên ku dê alîkariyê bidin pêvajoyê vekirî ne.

Amedspor wekî pêdiviya nasname û nirxên xwe, her tim amade ye ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Amedspor xwedî vê hêz û potansiyelê ye.

Em ji bo hewldanên bi vî rengî her tim amade ne, eger dê alîkariyê bide pêvajoyê, helbet em jî dixwazin organîzasyonên bi vî rengî bên lidarxistin.

Hem tîmên Lîga Super hem jî yên Lîga 1emîn a TFFyê bala xwe daye ser lîgên xwe.

Organîzasyonên bi vî rengî dikarin di navbera maçan de bên kirin eger klub bi erênî lê binêrin.

Helbet, beriya her tiştî divê civak jî ji bo vê yekê amade be.

Em her tim ji bo vê yekê amade ne. Têgihiştina me piştgiriyê dide maçên dostaniyê yên bi vî rengî.

Eger daxwazek were, çima ev maça dostaniyê nebe?

Di bingehê de em ji bo hewldanên ku dê piştgiriyê bidin pêvajoyê amade ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst