Amedspor û Çekdar Orhan bi hinceta ‘propagandaya îdeolojîk’ sewqî dîsîplînê hatin kirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Çekdar Orhan PFDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor û lîstikvanê wê Çekdar Orhan, ji ber bûyerên di maça Adana Demirsporê de bi hinceta "propagandaya îdeolojîk" sewqî Lijneya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) hatin kirin.

Hinceta biryarê tevgera Çekdar Orhan a "hûnandina kezî"yê hatiye nîşandan ku dema şahiya golê kiriye.

Şêwirmendiya Hiqûqê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), biryarên sewqê yên derbarê maça Amedspor - Adana Demirsporê de eşkere kirin ku 1ê Sibata 2026an hatibû lîstin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hem Amedspor û hem jî futbolîst Çekdar Orhan di çarçoveya Madeya 42yan a Telîmatnameya Disîplînê ya Futbolê (FDT) de sewqî lijneyê hatine kirin.

4 heta 8 maç ceza di rojevê de ye

Çekdar Orhan piştî gola ku di maçê de avêtibû berê xwe dabû kamerayan û tevgera "hûnandina keziyan" kiribû.

Vê tevgera Çekdar Orhan li ser medyaya civakî deng vedabû.

Di daxuyaniya TFFyê de hat diyarkirin ku Çekdar Orhan ji 3yê Sibata 2026an ve bi awayekî "bitedbîr" sewqî PFDKyê hatiye kirin.

Madeya 42yan a Telîmatnameya Disîplînê ya Futbolê ku bûye sedema sewqê, kiryarên zererê dide “nijad, ziman, dîn û koka etnîkî” li xwe digire.

Eger lijne pesend bike dibe ku Çekdar Orhan cezayê neleyîstina 4 heta 8 maçan wergire.

Kluba Amedsporê jî di çarçoveya heman maçê de ji ber çalakiyên alîgir an endamên xwe, li gorî madeya 42yan bi hinceta "propagandaya îdeolojîk" sewqî lijneyê hat kirin.

Beriya niha 802 hezar lîre ceza lê hatibû birîn

Amedspor di demên dawî de bi hinceteke mîna vê rastî cezayekî dîrokî hatibû.

Vîdeoya ku 23yê Kanûna Paşîn ji hesabê medyaya civakî ya klubê hatibû parvekirin û tê de ji bo balê bikişînin ser tundiya li hemberî jinan a li Rojavayê Kurdistanê dîmenê "hûnandina keziyên jinekê" hatibû nîşandan, ji aliyê TFFyê ve "îdeolojîk" hatibû dîtin.

PFDKyê ji ber wê vîdeoyê 802 hezar û 500 lîre cezayê pereyan dabû Amedsporê û 15 roj cezayê bêparhiştina ji mafan dabû Serokê Klubê Nahît Eren.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst