Lîstikvana Kurd poşman bû û vedigere Îranê

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zehra Qenberî Kurd Kirmaşan Tîma Neteweyî ya Îranê Awistralya Mafê Penaberiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka Kurd a Tîma Neteweyî ya Îranê û golkara tîmê Zehra Qenberî, ji wergirtina mafê penaberiyê yê li Awistralyayê poşman bû.

Lîstikvana Kurd Zehra Qenberî dê li Malezyayê tevlî şandeya tîma neteweyî bibe.

Zehra Qenberî lîstikvana herî navdar a Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Jinan a Îranê ye.

Ji Kupaya Asyayê hatin derxistin

Piştî ku tîma Îranê ji Kupaya Asyayê ya Jinan hat derxistin, ew û çend lîstikvanên din ên tîmê li Awistralyayê daxwaza mafê penaberiyê kir.

Hikûmeta Awistralyayê daxwaza wan qebûl kir lê dixuye ku niha hemû poşman dibin.

Zehra Qenberî çend roj in li Awistralyayê dimîne.

Lê piştî ku 4 endamên din ên tîmê ragihand ku ew ji daxwaza xwe ya ji bo mana li Awistralyayê poşman bûne, îro Zehra Qenberiyê jî biryar da ku vegere Îranê.

Ji bo vê yekê ew dê biçe Malezyayê da ku tevlî şandeya tîma neteweyî bibe.

Tenê 2 kes man

Piştî poşmanbûna Zehra Qenberiyê, ji 7 kesên ku daxwaza mafê penaberiyê kiribû tenê 2 kes man.

5 kesên din dê bi şandeya tîmê re vegerin Îranê.

Tê çaverêkirin ku golkara Kurd a Tîma Neteweyî ya Îranê di çend demjimêrên pêş de bigihîje Malezyayê û tevlî şandeya tîmê bibe.

"Xanima Golan" a ji Kirmaşanê

Zehra Qenberî kaptana Tîma Neteweyî ya Îranê ye.

Ew ji bajarê Kengawerê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Asta wê ya lîstikê gelekî bilind e û ji ber vê yekê bi nasnavê "Xanima Golan" tê naskirin.

Ew niha lîstikvana tîma Persepolisa Îranê ye û berê li Kerkûkê ji bo tîma Gazî Bakûr jî lîstiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst