Denîzê Kurd ranaweste û Stuttgart bi saya serê wî li ser pêyan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Denîz Undav VfB Stuttgart RB Leipzig Bundesliga Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma VfB Stuttgartê di maça Lîga Almanyayê (Bundesliga) de li stadyuma xwe 1-0 zora RB Leipzigê bir.

Gola serkeftinê ya Stuttgartê ji aliyê lîstikvanê Kurd Denîz Undav ve hat avêtin.

Denîz Undav di xuleka 56an de xetaya qelevanê Leipzigê Vandevoordt bi kar anî û gog şand nav toran.

Bi vê serkeftinê re Stuttgart di têkoşîna ji bo Lîga Şampiyonan de 3 puanan kete pêşiya Leipzigê.

Têkoşîna Lîga Şampiyonan

Beriya maça di navbera VfB Stuttgart û RB Leipzigê de rewşa her du tîman wekî hev bû.

Her du tîman di lîgê de 14 serkeftin, 5 wekhevî û 6 têkçûn bi dest xistibûn.

Stuttgart tenê bi averaja golan li pêşiya Leipzigê di rêza 4an de bû.

Lîstik ji bo beşdarbûna Lîga Şampiyonan wekî fînalekê bû.

Stuttgart îsal 42 maçên fermî lîstine lê Leipzigê ku li Ewropayê nîne tenê 30 maç lîstine.

Nîvê ewil bê gol qediya

Maçê bi lez dest pê kir û lîstikvanên her du tîman jî hevsengiyek nîşan da.

Stuttgartê zêdetir gog di destê xwe de girt û rêjeya girtina gogê ji sedî 57 bû. Leipzigê jî zêdetir hewl da bi êrişên bilez encamê bigire.

Derfeta herî mezin a Nîvê ewil di xuleka 33yan de ket destê lîstikvanê Leipzigê Christoph Baumgartner lê wî gog bi ser qeleyê re avêt.

Di xuleka 34an de jî lîstikvanê Stuttgartê Ermedin Demirovic bi serî li gogê xist lê gog ji rex qeleyê ve çû derve. Nîvê ewil 0-0 bi dawî bû.

Gola Denîz Undav encam diyar kir

Di nîvê duyem de Nicolas Seiwald bi serî li gogê xist lê gog li dîreka qeleyê ket û vegeriya. Piştî vê êrişê Stuttgartê zexta xwe zêde kir.

Xuleka 53yan qelevanê Leipzigê Vandevoordt şûteke dûr a Denîz Undav bi serkeftî derxist. Lê tenê 3 xulek piştî wê kêliya krîtîk qeder guherî.

Qelevan Vandevoordt xetayeke mezin kir û gog da lîstikvanê Stuttgartê Chris Fuhrich. Wî jî bêyî ku bisekine gog da Denîz Undav.

Lîstikvanê Kurd ji 14 metreyan gog şand nav toran û xuleka 56an de tîma xwe 1-0 derxist pêş.

Piştî golê Leipzigê hewl da golekê biavêje lê li hemberî parastina Stuttgartê ti çare nedîtin.

Lîstikvanê Leipzigê Willi Orban di xuleka 90+2yan de bi serî li gogê xist lê gog li dîrekê qeleyê ket û Stuttgart di maçê de bi ser ket.

Denîz Undav lîstikvanê maçê ye

Denîz Undav di maçê de lîstikvanê herî serkeftî bû. Lîstikvanê 29 salî ne tenê gola serkeftinê avêt, wî her wiha 5 caran şût avêtin qeleyê.

Ew di nav tîma xwe de herî zêde (14 caran) di rûbirûbûnan de bi ser ket.

Denîz Undav îsal gola xwe ya 16an avêt û di lîgê de piştî Harry Kane di rêza duyem de cihê xwe girt.

Hêjayî gotinê ye ku lîstikvanê navdar di 5 maçên dawî yên Bundesligayê de li pey hev gol avêtin û nîşan da ku performansa wî di lûtkeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst