Şemzînan - Li leşkeriyê hîn bû, niha li gund pê kêf dikin

06-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Colemêrg Şemzînan Gundê Katûnê Çêkirina Liyanê Kaşûn
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Gundê Katûne yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di van salên dawî de bi taybetiyeke xwe navbang bûye.

Li Katûne xelkê gund bi derfetên xwe amrazên kaşûnê çêdikin û zivistanê zarok û mezin yek ji şahî û xweşiya gundiyan jî bûye kaşûn.

Bi gotina gundiyan kesek ji vî gundî sala 1960î ji bo leşkeriyê diçe bajarê Qersê.

Li wî bajarî liyan û amrazên kaşûnê dibîne û dema vedigere gundê xwe bi tefş û mişaran liyanekê çê dike û ji vê rojê ve re li gundê Katûnê çêkirin amrazên kaşûnê bûye reseniyek.

Hosta Mizafer bi hunereke zêde liyanekê ji bo xûşûkê ango kaşûnê amade dike.

Li gundê Katûnê xelk bi rêbazên xwe yên edetî liyan û amraz/amûrên kaşûnê amade dikin û werzişa kaşûnê ya hûr û gir di nav xelkê gund de bûye reseneyek.

“Bapirê min li leşkeriyê hînî çêkirina liyanên kaşûnê bûye”

Hostayê liyanên kaşûnê Mizafer Ozer got, “Bapîrê min Hecî Ûsif kesekî navbang bû, dema ji leşkeriyî vedigere bi xwe re ev karî jî anî.

Wate bapirê min li leşkeriyê hînî çêkirina liyanên xûşûkê/kaşûnê bûye.

Ev kare ji bapîrê me maye em jî berdewam dikin û ji bo ciwanan çêdikin.”

Piştî ku gundiyan kol û liyanên xwe amade kirin, bi meşek zor û zehmet berê xwe didin gir û baskên bilind.

Bilindahiyên vî gundî û devreberê zêdetiri 2 hezar metre ne  û xûşûka li van bilindahiyan kêfeke yekcar zêde dide gundiyan.

Xelkê gundê Katûnê Rohat Ozer anî ziman, “Ez û hevalên min em xwendekar in.

Dema bû betlane em cil û bergên xwe amade dikin û her roj em têne vir.

Em bi cilûbergênû  liyanên xwe tên. Liyanên xwe me bixwe bi destên xwe çêkirine, me ji daran çêkirine.

Ranûbergûzên me hene, em şalûşepikan li xwe dikin. Wekî hûn dibînin me gurên rîs hene em li xwe dikin.”

Amadekariyên festîvalê

Xelkê gundê katûnê bi vî karî di van salên dawî de bala rayedaran jî kişandiye.

Ji aliyê Qeymaqmiya Şemzînanê ve ji bo festilaveke werzişa berfê li vî gundî amdekari tên kirin.

Xelkê gund ji dixwaze zêdetir bala xelkê bikişine û xelk bê seredana gundê wan.

“Em dixwazin xelk were gundê me kaşûnê bike”

Xelkê gundê Katûnê Bekir Ozer got, “Li gundê me Katûne berfeke zêde dibare. Em dixwazin xelk were gundê me xûşûkê bike.

Li çiyayên me zêdetirî 2 metreyan berf dibare. Çiyayên me bilind in. Em dixwazin alikariya me bê kirin.

Em bi daran liyan çêdikin. Em dixwazin dewlet liyanên baştir bide ciwanên me, zêdetir piştgiriya me bê kirin û xelk zêdetir bê seredana gundê me.”

Gundê Katûnê nêzîkî 20 kîlometreyan ji navçeya Şemzînanê dûr e tevî çend mezra û gundikên dewrûberê hejmara xelkê deverê digihe derdora 2 hezar kesan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst