Hewlêr (Rûdaw) - Werzişkarê Kurd Aran Elî li Brîtanyayê hefteya borî di pêşbirkekê kickboksê de pileya yekem bi dest xist.
Werzişkarê Kurd Aran Elî ji navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê ye û beşdarî pêşbirka “Elite Fighting Championships” bûye.
Aran Elî li hemberî Leon Wolfê Îngilîz piştî 5 roundan bi ser ket û bû yekem.
Aran Eliyê 21 salî bi Alaya Kurdistanê û wêneyê Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed çû ser dike.
Aran Elî Wî li ser vê yekê anî ziman:
“Ev ala û ev serkirde palnerên xurt ên şampiyoniya min in.
Min li ser alaya xwe 2+2=1 nivîsandiye, piştî ku min madalyaya şampiyoniyê stand, xelkê ji min dipirsî, wateya vê çi ye û min jî bi wan dida fêmkirin ku ev wateya yekparçeyiya Kurdistanê ye.”
Aran Elî li ser pêşbirkê jî da zanîn:
“Ev pêşbirk yek ji pêşbirkên herî girîngên Brîtanyayê tê hesibandin û min 5 lîstik birin.
Di lîstika dawî de jî ez li hemberî Leon Wolfê werzişkarê bi nav û deng ê vî welatî bûm.
Lîstikeke gelekî zehmet bû, ji ber ku ez rûbirûyî yek ji werzişkarên kickboksê yên herî baş bûm.”
Aran Elî tenê 3 sal in li welatê Brîtanyayê ye û berê jî li Kurdistanê beşdarî çend pêşbirkan bûye.
Ew xwediyê çend madalyayan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse