Dueloya qeraseyan û vegera bêhempa

2 demjimêr berê
Nîşan Manchester City Liverpool
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Manchester City di hefteya 25an a Lîga Premier de bû mêhvanê Liverpoolê û bi golên di xulekên 84 û 90+3yan de 2-1 bi ser ket.

Tîma Guardiola ber bi bêhêvitiyê ve diçû lê Bernardo Silva û Erling Haaland derketin ser dikê û wan tîma xwe rizgar kir.

Di hefteya 25an a Lîga Premierê de tîma Arne Slot (Liverpool) û tîma Pep Guardiola (Manchester City) hatin pêşberî hev.

Nîvê yekêm 0-0 qediya lê Szoboszlai xuleka 74an bi goleke spehî ya ji firîkîkê Liverpool 1-0 xist pêş.

Golên Cityê di beşa dawî ya maçê de hatin û encameke maçê ya ku dê bi salan neyê jibîrkirin derket holê.

Manchester Cityê puanên xwe derxistin 50î.

Tîma Guardiola bi şeş puanan li dû lîder Arsenalê ye.

Liverpool jî bi 39 puanan ma û niha di rêza 6an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst