Hewlêr (Rûdaw) - Portugal di Lîga Neteweyan a UEFAyê de li pêşberî Spanyayê bi ser ket û bû şampiyonê 2025an.
Lîstik, şeva borî li Allianz Arenaya Munîhê hat lîstin.
Dema normal û dirêj a lîstikê 2-2 bi dawî bû lê Portugal bi penaltiyan 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.
Martin Zubimendi xuleka 21ê Spanya 1-0 bi pêş xist lê Nuno Mendesê Portugalê piştî wê bi 5 xulekan gola wekheviyê kir.
Mikel Oyarzabal xuleka 45an li ser navê Spanyayê gola 2yem tomar kir û nîvê yekem ê maçê 2-1 xelas bû.
Cristiano Ronaldo xuleka 61ê carake din li ser navê Portugalê gola wekheviyê kir lê xuleka 88an xwe avêt erdê û Goncalo Ramos ket cihê wî.
Maç hat dirêjkirin lê di her du dewreyên dirêjkirinê de skora 2-2 neguherî û dest bi lêdanên penaltiyan hat kirin.
Alvaro Moratayê ku formayê Galatasarayê li xwe dike ji bo penaltiya 4an a Spanyayê çû pişt gokê lê qelevanê Portugalê rê neda ku ew toran bihejîne û Portugal di encama penaltiyan de 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.
Portugal di dîroka xwe de cara duyemîn gihişt şampiyoniya Lîga Neteweyan a UEFAyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse