Hewlêr (Rûdaw) - Qutbûna karebayê ya ku li Spanya, Belçîka, Fransa, Andorra û Portugalê qewimiye jiyan li van 5 welatan rawestandiye. Metro hatin valakirin, emeliyat hatin rawestandin.
Welatên Ewropayê Spanya, Belçîka, Fransa, Andorra û Portugal Ewropa ji qutbûna elektrîkê di tariyê de man û îhtîmal heye ku ev krîz hefteyekê berdewam bike.
Li hinek deverên Spanyayê elektrîk tê dayîn lê bi milyonan kes hîn di tariyê de ne.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku maseya krîzê ya têkildarî bûyerê hatiye avakirin.
Di daxuyaniya kompanyaya elektrîkê de jî hat gotin ku, "Vê rewşa awarte ya di dîrokê de nehatiye dîtin dibe ku 6 heta 10 saetan çareser bibe."
Di daxuyaniya kompanyaya karebayê ya li Portugalê de jî hat ragihandin ku dibe ku çareserkirina rewşê li hemû welêt hefteyekê biajo.
Bi milyonan kesên li Ewropayê bi qutbûna elektrîkê ya ji nişka ve qewimî di tariyê de man.
Li Spanyayê xetên ragihandin û înternetê hatin birîn, ji ber ku lambayên trafîkê naxebitin di trafîkê qerebalixiyeke zêde bû.
Li welêt seferên metro û trênan jî rawestiyan
Her wiha turnuvaya tenîsê ya 'Madrid Open' jî ji ber birîna elektrîkê hat sekinandin.
Hêzên ewlehiyê ketin rewşa amadebaşiyê
Serokwezîr Pedro Sanchez çû navenda kompanyaya belavkirina elektrîkê Red Electricayê ya li welêt.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, hêzên ewlehiyê jî ketin rewşa teyaquzê li beramberî bûyerên li kolanan qewimî.
Rayedarên Red Electricayê ragihand ku bûyera qewimî bûyereke bêmînak e û got ku li hemû welêt dê vegerîna karebayê 6 heta 10 saetan biajo.
Sedema qutbûna elektrîkê
Di daxuyaniya ku ji aliyê operatora elektrîkê ya E-Redesê ya li Portugalê ve hat dayîn de, amaje bi wê yekê hat kirin ku qutbûna karebayê ji 'pirsgirêkekê di tora hêza Ewropayê de' çêbûye.
Tê guman kirin ku sedema pirsgirêkê daxistina voltajê be.
Di daxuyaniya ku ji aliyê kompanyaya neteweyî ya elektrîkê ya Portugalê REN ve hat dayîn de, hat gotin ku agirê ku li Çiyayê Alaricê yêli başûrrojavayê Fransayê derketiye û ziyan daye xeta voltaja bilind a di navbera Perpignan û bajarê rojhilatê Narbonnê de jî wekî sedemeke muhtemel hatiye diyarkirin.
Kompanyaya belavkirina elektrîkê ya Portugalê ragihand ku 'dibe ku asayîbûna temam hefteyekê biajo' ku yek ji welatên Ewropayê ye ku qutbûna karebayê lê çêbûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse