Başûrrojavayê Ewropayê dikele: 46,6 pile

01-07-2025
RÛDAW
Xelk xwe dide bin avê / Wêne: Ji ber dîmenan
Xelk xwe dide bin avê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Spanya Portugal Hewaya Germ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên wekî Portugal û Spanyayê yên li başûrrojavayê Ewropayê germahî gelekî zêde bûye û gihîştiye 46,6 pileyan.

Li Madrida paytexta Spanyayê, ji ber pêla germajiyê xelk li cihên giştî xwe didin ber avê.

Beşeke din jî bi bestenî û ava fêkiyan a sar hinavên xwe hênik dikin.

Şêniyê Madridê Ricard Martinez li ser hewaya germ got:

“Ez hatime derve da ku xwe hênik bikim, ji ber hewa gelekî germ e û mayîna li malê acizker e.”

Pêla germahiyê ne tenê Spanya, piraniya welatên başûrê parzemîna Ewropayê jî daye ber xwe.

Îsal ev pêla yekem a germahiyê ye li Ewropayê û pileya herî bilind jî li Portugalê hat tomarkirin ku 46,6 pile bû.

Ji ber germahiyê metirsî li ser hinek herêmên Fransayê çêbûye û daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku li malên xwe bimînin, her wiha biryara girtina hezar û 350 dibistanan jî hat derxistin.

Xwendekar Manuel Catrayu jî da zanîn:

“Hûn dibînin her roj cîhan germtir dibe.

Divê hikûmet ji bo parastina jîngehê tiştekî bike.

Em hemû dizanin ku pincar pişikên erdê ne, lewra divê çavê me li xwezayê be.”

Pêla germahiyê wiha kiriye ku li Spanya û Portugalê rojên herî germ ên meha Hezîranê di dîrokê de tomar bikin ku berê ev yek nebû û êdî başûrê Spanyayê 46 pile tomar kir.

Ji bo rûbirûbûna vê germahiyê bajaran çend tedbîr wergirtine, li Marsellieyê hewzên giştî yên avjeniyê belaş in û li Bordeauxê jî dema vekirina parkan heta demjimêr 23:00an hat dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst