Kurê Ronaldinho li ser rêya bavê xwe ye: Hindik ma îmze bike

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Joao Mendes Ronaldinho Burnley
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Joao Mendesê kurê efsaneyê futbolê yê Brezîlyayî Ronaldinho nêzîkî îmzekirina peymaneke nû ya bi tîma Burnleyê ya Brîtanyayê re ye.

Joao Mendesê 19 salî vê werzê bi tîma Burnleyê ya bin 21 salî re werzeke serkeftî derbas kir.

Mendes ji sala 2023yan ve li Barcelonayê bû lê nikarî cihê xwe di tîma yekem de bigire.

Lîstikvanê ciwan di gihiştina Burnleyê ya qonaxên dawî yên Kupaya Bin 21 Salî ya Îngilistanê de xwedî roleke serekî bû lê tîma wî di çaryeka fînalê de li hemberî Southamptonê 1-0 têk çû û xatir ji kupayê xwest.

Çavkaniyên medyayê didin zanîn ku Mendes bi Burnleyê re gelekî nêzîkî lihevkirinê ye.

Burnley di wê baweriyê de ye ku ew lîstikvan dikare di paşerojê de roleke mezin di tîmê de bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst