Serokê FIFAyê pesnê alîgirên tîma Zaxoyê da: 'Hûn hêjayî vê xelatê ne'

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gianni Infantino FIFA Zaxo Xelat Alîgir Yekem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê FIFAyê Gianni Infantino peyameke pîrozbahiyê ji alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê şand.

Alîgirên Tîma Zaxoyê ji ber ku bi hezaran pêlîstok avêtibûn stadyumê û diyarî zarokên nexweş kiribûn, xelata "Alîgirên Herî Baş" wergirt.

Serokê FIFAyê Gianni Infantino di peyama xwe de got, "Ev comerdî delîla wê yekê ye ku futbol çawa me dike yek."

Di merasîma xelatên herî bi prestîj a cîhanê ya "The Best FIFA Football Awards" de, xelata "Alîgirê Herî Baş" ji alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê ya ku di Lîga Stêrkan a Îraqê de dilîze re çû.

Kesê yekem ê FIFAyê Gianni Infantino tekez kir ku alîgirên Zaxoyê heta dawiyê hêjayî vê xelatê ne.

Infantino di parvekirina xwe de behsa organîzasyona ku alîgirên Zaxoyê meha Gulanê li dar xistibû kir û got:

"Bi jesta xwe ya ku dilê mirovan germ dike ya Gulana 2025an, alîgirên Zaxoyê bûn serkeftiyên heja yên Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê ya 2025an.

Beriya maça li hemberî El-Hidûdê alîgiran ji trîbûnan bi hezaran pêlîstok avêtin stadyumê.

Ev pêlîstok paşê hatin berhevkirin û bexşî zarokên nexweş ên xwecihî hatin kirin."

"Hêza yekxistina futbolê"

Infantino diyar kir ku ev tevgera alîgirên Zaxoyê peyameke cîhanî hildigire û wiha dawî li peyama xwe anî:

"Ev kêliya comerdî û şefqeta civakî, kêliyeke hestyar û îlhamdêr bû ku nîşan dide futbol çawa me dike yek û bi hev ve girê dide.

Ez şerefmend im ku we hemûyan pîroz dikim, gelekî spas!"

Alîgirên Zaxoyê bûn yekemînên cîhanê

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA), îro bi awayekî fermî ragihand ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana cîhanî de bi ser ketine.

FIFAyê ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê.

Vê çalakiya mirovî bala hemû cîhanê kişandibû.

Di dengdana fermî de, alîgirên Zaxoyê ketin pêşiya hevrikên xwe yên bihêz ên wekî Arjantîn û Spanyayê.

Bi vî awayî bûn yekemîn alîgirên li Rojhilata Navîn ku vê xelata bi prestîj werdigirin.

"Em xelatê diyarî çar parçeyên Kurdistanê dikin"

Serokê Tîma Werzişê ya Zaxoyê Omer Ferhad piştî eşkerekirina xelatê yekser ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî zimên.

Omer Ferhad ev serkeftina dîrokî diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir.

Wî diyar kir ku ew bi FIFAyê re di nav pêwendiyê de bûn lê encam ji bo wan jî bûye surprîz û got:

"Ev hest nayê pênasekirin. Me berê bi FIFAyê re hevdîtin kiribû û em li ser pêvajoyê axivîbûn, wan hinek agahî ji me wergirtibûn.

Lê me niha bi daxuyaniyê re fêhm kir ku em bi ser ketine."

Omer Ferhad destnîşan kir ku ev serkeftina cîhanî ne tenê ya tîmeke werzişê ye, ew nîşana yekîtiyeke berfirehtir e.

Omer Ferhad serkeftin diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir û spasiya her kesî kir ku di pêvajoya dengdanê de piştgirî daye alîgirên tîma Zaxoyê û dengê xwe dane wan.

Ahengeke mezin tê lidarxistin

Tîma Zaxoyê amadehiyên mezin kirine û deriyên stadyumê ji bo hemû xelkê Kurdistanê vekirî ne.

Li gorî bernameyê, dê li ser ekranên mezin merasîma FIFAyê bê temaşekirin û hunermendê navdar Ebdulqehar Zaxoyî dê konserekê li dar bixe.

Hat ragihandin ku dê dîmenên bêhempa yên fîşekên hewayî hebin.

Endamê Desteya Kargêriyê ya Tîma Zaxoyê Diljar Endan bangî xelkê kir ku çi li stadyumê û çi li malên xwe bi hev re fîşekên hewayî biteqînin da ku dîmenekî xweşik pêşkêşî cîhanê bikin.

Serok û serkirde û rayedarên Başûrê Kurdistanê jî bi peyaman alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst