Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mîlad Kemal di "lêdana bi kulm û lingan" de rekora Pirtûka Rekoran a Guinnessê şikand.
Mîlad Kemal 40 saet, 40 xulek û 40 çirkeyan li kîsê werzişê xist.
Ew werzişvan berê lîstikvanê Kung Fuyê bûye û bûye şampiyon jî.
Mîlad Kemal pişt re lîstika handbolê kiriye û gihîştiye Tîma Neteweyî ya Îranê.
Xewna çiyageriyê ya Mîlad Kemalê ku 4 sal in li Hewlêrê dijî heye û wekî rahênerê fîtnes û bodybuildingê dixebite.
Berê rekora vê qadê di destê werzişvanê Spanyol Ricardo Serravalle de bû.
Serravalleyê ku xelkê Madrîdê ye, sala 2021ê 27 saet û 15 xulekan bênavber li kîsê werzişê xistibû.
Mîlad Kemal li Hewlêrê bi 40 saet, 40 xulek û 40 çirkeyan bênavber rekoreke nû tomar kir.
Werzişvanê Kurd Mîlad Kemal piştî tomarkirina rekora nû ji Rûdawê re axivî û got:
"Tiştê ku dilê min xweş kir ew e ku min di Roja Alayê ya Kurdistanê de ev rekora Pirtûka Guinnessê şikand.
Ew serkeftin li Serok Barzanî pîroz be.
Karê min zehmet bû lê tiştek Kurdan naşikîne."
Du çavdêrên Îranî yên ku li Guinnessê dixebitin ji destpêkê heta dawiyê çavdêriya pêvajoyê kir.
Ew dê vîdeoya tomarkirî ya şampiyonê Kurd bi rapora xwe re ji Guinnessê re bişînin.
Nûnerê Pirtûka Guinnessê yê li Rojhilata Navîn Eşkan Ziyarîm ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Dema me roja yekem Mîlad nas kir, wî ji me re got ku dixwaze rekora Guinnessê tomar bike.
Em ji Îranê wekî nûnerên Guinnessê hatine Hewlêrê ku bi awayekî yasayî wan pêdivî û tomarên ku ji bo vî karî lazim in bi cih bînin û pişt re ji wan re bişînin."
Ziyarîm diyar kir ku tiştê herî girîng vîdeoya tomarkirî ye û wiha domand:
"Sê kamerayan bi awayekî berdewam û bênavber dîmen tomar kirin.
Ez dê hemû dîmen û rapora xwe ji Guinnessê re binivîsim.
Ew dê piştî pişkinîna temam piştî 3 mehan encamê pesend bikin."
Pirtûka Guinnessê salane rekoran belav dike û hejmara yekem sala 1955an hatibû weşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse