Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Rugbyê ya Kurdistanê li Yunanistanê beşdarî festîvaleke rugbyê ya cîhanî bû û bû çaremîn.
Lîstikvanê tîma rugbyê ya Kurdistanê Ziyad Ferec ji Rudawê re got:
“Tîmeke me ya baş heye û cihê şanaziyê ye ku di nava çendîn tîmên bihêz ên welatên wekî Almanya, Îtalya û Awistralya de me pileya çaremîn bi dest xist.”
Di rojên 7 û 8ê mehê de tîma rugbyê ya Kurdistanê bi nûnertiya Kurdistanê beşdarî Festîvala Çaremîn a Rugbyê ya Egeyê bû ku li Yunanistanê hat lidarxistin û 16 tîm tê de beşdar bûn.
Tîma Kurdistanê tevî ku piraniya tîman bihêz bûn û ji welatên cuda yên wekî Kanada, Îtalya, Danîmarka, Îmarata Erebî, Fransa, Yunanistan, Almanya, Awistûrya û Belçîkayê beşdar bûn pileya çarem bi dest xist.
Ziyad Ferec di daxuyaniyekê de behsa avakirina tîmê kir û anî ziman:
“Em wekî tîma rugbyê ya Kurdistanê 5-6 sal in li Hewlêrê mijûlî vê lîstikê ne.
Berê piraniya lîstikvanên me biyanî bûn, ew kesên ku ji Ewropa û welatên din bi armancên cuda li Kurdistanê bûn lê xweşbextane niha piraniya lîstikvanên me Kurd in û tîmeke me ya baş heye.
Tenê yek an du lîstikvanên me yên biyanî hene.”
Ji bilî vê festîvalê tîma rugbyê ya Kurdistanê beşdarî Festîvala Rugbyê ya Seven a li Dubaiyê bû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse