Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê nû yê Amedsporê Sînan Kaloglu, piştî ku bi fermî hat ragihandin li kampa Antalyayê yekem rahênana xwe bi tîmê re kir.
Amedspora ku nûnera Amedê ye, Sînan Kaloglu wekî rahênerê xwe yê nû ragihand.
Kaloglu piştî îmzeyê yekser derbasî ser karê xwe bû û li kampa Antalyayê ku lîstikvan lê bûn, yekem rahênana xwe pêk anî.
Tîmê li ser hesabên xwe yên fermî wêneyên rahênanê parve kir û got, "Tîma me îro yekem rahênana xwe ya di çarçoveya xebatên kampa Antalyayê de kir. Wêneyên ji rahênana di bin birêvebiriya Rahênerê me Sînan Kaloglu de pêk hatin."
“Em dê bi ser kevin”
Sînan Kaloglu jî di daxuyaniya xwe ya yekem de wiha got,“Destpêkirina rêwîtiya bi Amedsporê re ji bo min ne tenê erkekî rahênertiyê ye; di heman demê de destpêka bawerî û xeyalekê ye.
Ev tîm, ev bajar tiştên pir çêtir heq dike. Em dê li vir ne tenê maçan bi ser bikevin; em dê bi hev re çandeke xurt a futbolê ava bikin.
Em dê ji binesaziyê heta tîma Ayê ji bo avakirina avahiyeke biplan, domdar û bi karakter, şev û roj bixebitin.
Ez bawer dikim, ligel alîgirên xwe ev rêwîtî ya me hemûyan e. Em dê bi hev re bi ser bikevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse