VÎDEO - Paraşûtvanekî Kurd li Qazaxistanê bû şampiyon

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Paraşût Qazaxistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Paraşûtvanekî Kurd li Qazaxistanê beşdarî şampiyoniyeke navneteweyî bû ku di nava 53 werzişvanên ji seranserî cîhanê de pileya yekem bi dest xist.

Paraşûtvanê Kurd ê ku beşdarî beşdarî şampiyoniyeke navneteweyî ya paraşûtvaniyê ya li Qazaxistanê bû Hejar Cebar e.

Paraşûtvanên beşdar xwe ji asman xwe bi paraşûtan diavêjin û li jêr wekî nîşaneyekê qadeke bazineyî ya taybet hatiye danîn ku divê ew li wir venişin.

Her beşdarê ku nêzîkî xala navenda wê bazineyê venişe, xalên zêdetir werdigire û her yek ji wan 12 caran diceribînin di tevahiya hewlên xwe de xala herî zêde kom bike û pileya yekem bi dest bixe.

Hejar Cebarê ku li gel tîmeke 3 kesî beşdar bû li ser asta takekesî di nava 53 paraşûtvanan de pileya yekem bi dest xist û wekî tîm jî pileya sêyem bi dest anî.

Hejar Cebar ji Rûdawê re got:

“Asta takekesî ya pêşbirkê gelekî zehmet bû, ji ber ku werzişvan ji welatên din xwedî piştgiriyeke mezin bûn lê kesî piştgiriya min nedikir û ez ji kîsê beşdar bûm.

Min zehmetiyeke zêde dît lê spas ji Xwedê re ku ez gihîştim armanca xwe.”

Hejar Cebar li ser asta tîman jî encameke baş bi dest xist û li ser vê got:

“Min tîmeke ji sê paraşûtvanan ava kir ku pêwîst bû ez li gel 2 paraşûtvanên welatên din bim.

Yek ji wan Hindî û yê din jî Îranî bû, li wir me pileya sêyem bi dest xist.”

Hejar Cebarê 37 salî yê ku xelkê Helebceya Şehîd e û niha li Hewlêrê dijî da zanîn:

“Zêdetir ji 9 salan e ez vê werzişê dikim, ez beşdarî 19 şampiyoniyan bûm.”

Hejar Cebar li ser çima di dema xelatkirinê de ne alaya Kurdistanê lê ya Îraqê bilind kiribû anî ziman:

“Şampiyonî navneteweyî bû û neçar bûm alaya wî welatî bilind bikim ku min nûnertiya wê kir.”

Hejar Cebar beriya şampiyoniyê di pileya 190î ya di rêzbendiya cîhanî de bû lê piştî bi destxistina pileya yekem niha hatiye pileya 80an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst