CONIFAyê Stadyuma Kobaniyê pîroz kir

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan CONIFA Stadyuma Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê (CONIFA) ji bo vekirina Stadyuma Kobaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ew stadyum li gelê Kurd pîroz kir.

CONIFAyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, ragihand ku ew stadyuma nû ya Kobaniyê li gelê Kurd li Sûriyeyê pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew stadyum "nîşana mezinahiya gelê Kurd e" û hêvî kir ku di pêşerojê de maçên CONIFAyê li wê stadyumê bên lîstin.

Stadyuma Şehîd Bawer Agir a Kobaniyê 11ê Çiriya Pêşîn hatibû vekirin û kapasîteya temaşevanan a 5 hezar e.

Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê 2013an de hatiye damezirandin û yekîtiyên futbolê yên herêm û neteweyên ku ne endamên FIFAyê ne, di nav xwe de dihewîne.

Navenda wê li bajarê Luleayê yê Swêdê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Sînan Kaloglu / Wêne: Rûdaw

Amedsporê oxira Sînan Kaloglu xêr kir

Amedsporê ragihand ku piştî maça bi Sakaryasporê re, wan rêya xwe û rahênerê xwe Sînan Kaloglu ji hev veqetandiye