Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren ku li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dike, ji Rûdaw Sportsê re axivî.
Nahît Eren diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi tîmên Herêma Kurdistanê re xurt bikin û armanca wan a ewil Super Lîg û paşê jî Ewropa ye.
Serokê Amedsporê Nahît Eren di dema serdana Tîma Hewlêrê de projeyên hevkariyê yên bi tîman re û vîzyona xwe ya paşerojê parve kir.
Nahît Eren bal kişand ser bipêşketina Amedsporê û got:
"Amedsporê van salên dawî bi nasnameya xwe bipêşketineke mezin bi dest xist.
Me dizanibû ku li Herêma Kurdistanê girseyeke mezin a şopînerên me heye.
Me ev serdan ji bo xurtkirina pêwendiyên bi rayedar û tîmên werzişê re û axaftina li ser hevkariyê pêk anî.
Serdana me gelekî berhemdar derbas dibe."
Nêçîrvan Barzanî soza piştgiriyê da
Şandeya Amedsporê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya û soza piştgiriyê wergirt.
Eren li ser hûrgiliyên civînê got:
"Birêz Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî zimên ku Amedspor li ser bingeha mirovahî û biratiyê werzişê dike.
Wî xwest ku tîm vê mîsyona xwe bidomîne û tekez kir ku ew ji bo her cure piştgiriyê amade ne."
Mizgîniya maça bi Hewlêr û Zaxoyê re
Eren behsa maça dostaniyê ya Amedspor û Zaxoyê jî kir û diyar kir ku ew bi germ li vê fikrê dinêrin.
Eren bal kişand ser pêwendiya xurt a bi alîgirên Zaxoyê re û wiha axivî:
"Em bi Serokê Zaxoyê re bi telefonê axivîn. Di navbera alîgirên me de pêwendiyeke gelekî baş heye.
Em bi rastî dixwazin hem bi Hewlêr û hem jî bi Zaxoyê re maçên dostaniyê bikin.
Çi li Amedê be çi li vir be, em ji bo van maçan amade ne."
Nahît Eren li ser armancên Amedsporê jî axivî û anî ziman:
"Em niha di Lîga 1emîn de lîder in û armanca me ew e ku em derkevin Super Lîgê lê em naxwazin li wir bisekinin.
Dema em derketin Super Lîgê em dixwazin nasname û rengên xwe li qadên Ewropayê temsîl bikin.
Ji bo vê xebatên me bê navber didomin."
Şandeya Amedsporê di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de bi serkirdeyên siyasî re jî civiya.
Şande bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiya û behsa projeyên tîmê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse