Vanspor ket lê nemir

13 demjimêr berê
Nîşan Vanspor Sivasspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vanspor di hefteya 25an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de bû mêhvanê Sivassporê.

Vansporê 3-1 ketibû paş lê dev ji têkoşîna xwe berneda û bi encama 3-3 ji qadê veqetiya û puanek stand.

Tîma mêhvan di xulekên destpêkê de ket paş û ferq derket duduyan.

Lê Vanspor di nîvê duyem de û pizotê êgir û golên wekheviyê dîtin.

Golên maçê

Aaron Appindangoye xuleka 8an û Rey Manaj xulekên 28 û 32yan golên Sivassporê kirin.

Xulekên 30 û 68an Kenneth Obinna Ma û xuleka 90+5an Ensar Çavuşoglu jî golên ku wekhevî anîn Vansporê tomar kirin.

Sivassporê piştî vê wekheviyê, puanên xwe kirin 31. Vanspor jî gihişt 35 puanan.

Alîgiran tîm bi tenê nehişt

Alîgirên Vansporê di vê maça deplasmanê de tîma xwe bi tenê nehişt.

Alîgirên ku trîbuna ji bo wan hatibû veqetandin dagirtin, 90 xulekan piştgirî da tîmê.

Hat diyarkirin ku piştgiriya alîgiran a di maçên hundir û derve de motîvasyona lîstikvanan zêde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst