Li Şirnexê cara yekemîn e turnuwaya bîlardoyê tê lidarxistin

16-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnxê ya Bakurê Kurdistanê cara ewil e ku turnuwaya bîlardoyê tê lidarxistin. 104 werzişkar beşdarî turnuwayê dibin.

Ji 12 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 104 werzişvan beşdarî turniwaya bilardoya li Şirnexê dibin.

Nûnerê Bîlardoyê yê Şirnexê Faysal Kadırhan diyar kir ku di nav werzişvanên ku beşdarî turnuwayê bûne de navên ku li Tirkiyê pileyên bilind bidest xistine jî hene.

Kadîrhan got, "Li Şirnexê yekem car e dibe. Niha nêzî 100 werzişvanên me yên xwedî lîsans hene. Em dê li Şirnexê jî ji bo pêşxistina bîlardoyê tevkariyê bikin."

Arzu Gok a ji Gîresûnê beşdarî turnuvayê bûye û di asta Tirkiyê de bûye yekemîn jî diyar kir ku ew cara ewil çûye Şirnexê û kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna turnuwayê nîşan da.

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka jî çû serdana qada ku turniwa lê hat lidarxistin.

Turnuwaya biryar e du rojan berdewam bike.

Li Şirnexê cara yekemîn e turnuwaya bîlardoyê tê lidarxistin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst