Hewlêr (Rûdaw) - Kupaya Afrîkayê ya Neteweyan piştî turnuvaya ku dê sala 2028an bê lidarxistin, dê êdî serê 4 salan carekê bê kirin.
Serokê Konfederasyona Futbolê ya Afrîkayê (CAF) Patrice Motsepe daxuyand ku Kupaya Afrîkayê ya Neteweyan a 2027an dê li gorî planê bê kirin.
Motsepe diyar kir ku li şûna sala 2029an dê sala 2028an turnuvayeke din bê lidarxistin û piştî wê dê organîzasyon êdî her 4 salan carekê li gorî salnameya nû bê kirin.
"Xelata şampiyoniyê bû 10 milyon dolar"
Patrice Motsepe her wiha eşkere kir, xelata tîma ku Kupaya Afrîkayê ya Neteweyan distîne, ji 7 milyon dolaran derxistine 10 milyon dolaran.
"Lîga Afrîkayê ya Gelan" dest pê dike
Motsepe da zanîn ku ji sala 2029an û pê ve bi navê "Lîga Afrîkayê ya Gelan" turnuvayeke nû dê her sal bê lidarxistin û armanca vê yekê wiha anî zimên:
"Ji hêla dîrokî ve Kupaya Afrîkayê ya Neteweyan ji bo me çavkaniya dahatê ya herî girîng bû lê bi vê organîzasyona nû em dê êdî her sal çavkaniyeke darayî bi dest bixin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse