Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê du xwişk hewl didin ku di werzişa atletîzmê de serkeftinên nû bi dest bixin.
Li Sêrtê her du xwîşkên bi navê Selma Çakmak û Edanur Oysal ji bo ku di werzişa atletîzmê de serkeftinên nû bi dest bixin gelekî dixebitin.
Selma Çakmakê di dibistana navîn de dest bi atletîzmê kiriye û ew 14 salan di gelek pêşbirkên Tirkiyeyê de bi ser ketiye.
Li Trabzonê bû yekemîn û li Agiriyê bû sêyemîn
Çakmaka 23 salî par li Trabzonê di Şampiyoniya Bezê ya Çiyê ya Tirkiyeyê de bû yekemîn û di Şampiyoniya Bezê ya Çiyê ya Tirkiyeyê ya Agiriyê de jî bû sêyemîn.
Edanur Oysala 17 salî jî bi piştgiriya xwişka xwe 3 sal berê dest bi werzişa atletîzmê kir.
Oysal 9ê Îlonê li Trabzonê di Şampiyoniya Bezê ya Çiyê ya Tirkiyeyê de di nav kesên ku temenê wan ji 20î biçûktir e de bû yekemîn.
Her du xwişk ji bo ku di pêşbirkan de bêhtir bi ser bikevin li Stada Ataturkê amadehiyan dikin û dixebitin.
Selma Çakmakê diyar kir ku li herêmê hin malbat destûrê nadin keçên xwe ku ew werzişê bikin lê bi saya serkeftinên wan ev yek êdî ji holê radibe.
Dixwazin bibin mînak
Çakmakê diyar kir ku ew ji bo werzişvanên din jî dibin mînak, ew her tim piştgiriyê dide xwîşka xwe û got:
“Li herêmê gelek keçên xwedîqabiliyet hene. Min li ba xwişka xwe jî ev gewher dît. Min ji bavê xwe re got ku xwişka min jî bişîne sporê.
Ez tim wê motîve dikim. Alîkariya wê dikim. Edanurê guh da min û serkeftî bû û bû şampiyona Tirkiyeyê. Em niha amadehiyên pêşbaziyan dikin. Aslan Çakmakê mêrê min antrenor e û ew rahênanên me dike.”
Hedefên mezin hene
Enanur Oysalê jî diyar kir ku di atletîzmê de hedefên wê mezin in, wê çav da xwişka xwe ya mezin û hezkirina wê wisa li ser atletîzmê çêbû.
Oysalê got, "Dema ku xwişka min a mezin serkeftî bû û bi vê serkeftinê şad dibû, min got 'Ez jî dikarim bikim' û baweriya min bi min hat.
Baweriya xwişka min jî bi min hat. Ez xwişka xwe wekî mînak dibînim, lewra pir qîmet dide min. Hedefa min şampiyontiya Tirkiyeyê bû, ez gihiştim vê hedefê."
Rêveberê Ciwanî û Werzişê yê Bajêr Hayatî Kisacik jî diyar kir, ew li bajêr di atletîzmê de pêş ketin û wan serkeftinên cidî bi dest xistin û got:
"Edanur, herî dawî li Trabzonê di şampiyonayê de bû yekemîna Tirkiyeyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse