Hewlêr (Rûdaw) – Tîmên Amedspor û Fatîh Karagumrukê yên Lîga Yekem a Tirkiyeyê dê îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê werin pêşberî hev.
Amedspor û Fatîh Karagumruk di maça hefteya 20emîn a Lîga Yekemîn de îro saet 16:00an li Stadyuma Diyarbakirê tên pêşberî hev.
Amedspor di Lîga 1emîn a TFFyê de bi 29 pûanan di rêza 7an de ye û Fatîh Karagumruk jî bi 34 pûanan di rêza 2emîn de ye.
Tîma Amedsporê hefteya borî bi tîma Ankaragucuyê re lîstibû û bi gola di xuleka 90+6an de 3 pûan standibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse