MÛŞ - 68 salî ye lê dest ji bîlardoyê bernedaye: 'Jê hez dikim!'

18-03-2024
RÛDAW
Ozçîlîngîr dema bîlardoyê dilîze ciwan li dor wî dicivin/Wêne: AA
Ozçîlîngîr dema bîlardoyê dilîze ciwan li dor wî dicivin/Wêne: AA
Nîşan Mûş Bîlardo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê Turgut Ozçîlîngîrê ku 68 salî ye ji lîstina bîlardoyê hez dike.

Tevî temenê xwe yê mezin her şev diçe kafeyan û bi bîlardoyê dilîze.

Ew dibêje werzişa herî xweş bîlardo ye û ciwanan ji xirabiyan diparêze.

"35 sal in dilîzim"

Lîstikvanê bîlardoyê Turgut Ozçîlîngîr li ser hezkirina xwe ya bîlardoyê got:

“Ez ji bîlardoyê pir hez dikim û 35 sal in dilîzim. Min li Tirkiyeyê, li Tosya, Kastamonu, Çankiri, Polatli û Bursayê, li gelek cihan lîst.

Bîlardo werzişa herî xweş e.”

Ozçîlîngîr dema bîlardoyê dilîze ciwan li dora wî dicivin û jê fêrî teknîkên bîlardoyê dibin.

"Ez ciwanan fêr dikim"

Lîstikvanê bîlardoyê Turgut Ozçîlîngîr herwiha anî ziman:

“Ez di her lêdana xwe de ciwanan fêr dikim, dibêjim wiha lê bidin eger nebû bila biçe nêzîkî qulikê û cara duyem bila biçe.

Çawa tê girtin, lêdan û nîşanê fêrî wan dikim. Hinek xwendekarên me yên keç ku min ew fêr kirin di pêşbaziyên lîseyê de bûne şampiyon.”

Rikeberê Turgut Ozçîlîngîr jî berdewam kesên ciwan in û dibêje heta taqeta wî hebe dê bîlardoyê bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst