Vanspor di maça duyem de jî bi ser ket

18-08-2025
RÛDAW
Nîşan Vanspor Esenler Erokspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Bakurê Kurdistanê Vanspor li hemberî Esenler Eroksporê 1-0 bi ser ket û derket rêza duyem.

Di hefteya duyem a Lîga 1em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Vanspor FK û Esenler Erokspor li stadyuma Wanê hatin pêşberî hev.

Vansporê bi gola Ivan Cedric a di xuleka 57an de Esenler Erokspor 1 – 0 têk bir û bu xwediyê 3 puanan.

Vanspor bi vê encamê puana xwe derxist 6an û derket rêza duyem.

Esenler Erokspor jî bi puanekê di rêza 14an de cîh digire.

Derbiya Serhedê

 Vanspor hefteya bê roja şemiyê saet 21:30î dê li deplasmanê bi tîmeke din a Bakurê Kurdistanê Igdirsporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst