Nêçîrvan Barzanî tîmên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin: ‘Her hebin û her serkeftî bin’

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tîma Futbolê ya Zaxoyê Tîma futbolê ya Dihokê Nêçîrvan Barzanî Kupaya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina tîma futbolê ya Dihokê di Kupaya Îraqê de û ji bo tîma Zaxoyê jî bû duyem, peyamek belav kir û her du tîm pîroz kirin.

Tîma futbolê ya Dihokê li Bexdayê li hemberî tîma futbolê ya Zaxoyê 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û pîrozbahî li her du tîman û alîgirên wan kir.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de wiha hat gotin:

“Ji dil û can pîrozbahiyê li tîma Dihokê dikim ku Kupaya Îraqê bi dest xist û bû yekem.

Her wiha pîrozbahiyê li tîma Zaxoyê jî dikim ku bû duyem.

Ez destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftinên berdewam ji wan re dixwazim.

Gihîştina tîmên Dihok û Zaxoyê ya vê astê, ji bo hemû Kurdistaniyan cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Hêvîdar im ev ast û serkeftin, rihê werzişê li Kurdistanê û bi giştî li Îraqê bihêztir bike.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de anî ziman, “Her hebin û her serkeftî bin.”

Heta niha tîmên Zaxo û Dihokê 23 caran hatine pêşberî hev.

Di 16 maçan de wekhev mane, Zaxo 2 caran bi ser ketiye û Dihok jî bi serkeftina îşev re bi giştî 8 caran bi ser ketiye.

Kupaya Îraqê ji sezona 1948-1949an û vir ve tê lidarxistin.

Ji Herêma Kurdistanê, tîma Hewlêrê sezona 2022-2023yan derketibû fînalê lê bi encama 1-0 li hemberî Al-Quwa Al-Jawiyayê têk çûbû.

Tîma ku dibe şampiyon, mafê beşdariya Kupaya AFC-2yê ya sezona nû bi dest dixe.

Her wiha her du tîmên ku derdikevin fînala Kupaya Îraqê, sezona bê dê di Kupaya Super a Îraqê de bilîzin.

Tîma Zawrayê bi 16 şampiyoniyan, di vî warî de xwedî rekor e.

Sezona borî jî tîma Şurteyê bi golekê zora Al-Quwa Al-Jawiyayê biribû û kupa rakiribû.

Di dîroka Kupaya Îraqê de tîma ku di maçekê de herî zêde gol avêtine, tîma Ceyşê ye ku sala 1987an 14 gol avêtibûn tîma Babilê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst